Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Mehmet Siddik Meşe yê êşkence lê hatibû kirin, banga lezgîn a çalakiyê kir.
Baroya Amedê ragihandibû ku li Mehmet Siddik Meşe yê li Hepsa Amedê Tîpa T tê ragirtin di 1’ê Kanûnê de bi jop û daran êşkence hatiye kirin. Li ser vê yekê Baroya Amedê bang kiribû ku dawî li êşkenceyê were anîn û xwestibû her kes li ber êşkenceyê rabe.
Şaxê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Amedê jî ji bo Meşe miracaetî Rêxistina Efûya Navneteweyî dabû. Li ser vê Rêxistina Efûyê bangeke lezgîn belav kir. Rêxistina Efûyê di banga xwe de destnîşan dike ku êşkence li Meşe hatiye kirin. Rêxistina Efûyê her wiha bang li rayedarên dewleta Tirk dike ku dawiyê li êşkenceyê bînin û her wiha bang dike da ku kesên ji êşkencekirinê berpirsiyar in, bên dadgehkirin.
AMED