Dadgeha Enqereyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiriye 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî birrî û ev ceza taloq kir.
Helbestvan Ahmet Tellî sala 2017’an beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bûbû û ji ber axaftina wî ya dema daxuyaniyê û xwendina helbesta ji pirtûka xwe “Dovuşen Anlatsin”, bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Di rûniştina sêyemîn a dozê de Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 26´an 10 sal cezayê hepsê li helbestvanî birrî.
Dozger bi mutealaya xwe xwestibû 8 sal cezayê hepsê li Tellî bê birrîn. Tellî li dijî mutalayê parastina xwe kir û diyar kir ku ew bi berpirsiyariya xwe ya rewşenbîriyê beşdarî daxuyaniyê bûye: “Meqseda min xwendina helbestê bû. Tê îdiakirin ku min bi helbesta xwe propaganda rêxistinê kiriye. Wek rewşenbîrekî ez berê jî li ser meseleyên civakî rawestiyabûm, ev wezîfeya min e.”
Parêzerê Tellî, Umut Vedat Acar jî xwest miwekîlê wî beraet bike.
Şandeya dadgehê bi îdîaya “propaganda rêxistinê” 10 meh cezayê hepsê li Telli birrî û ceza taloq kir.
MA/ENQERE