Agirê Şengalê şehîd bû

Sêşem 13 Kanûn 2022 - 01:34

HPG´ê da zanîn ku gerîla Agir Tilizêr (Xalid Qasim) li Zapê 11´ê Hezîranê şehîd bûye. HPG´ê got, "Ewladê leheng ê xelkê me yê Êzîdî û yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî ya li Werxelê, hevrêyê me Agir Tilizêr di êrişên artêşa Tirk a dagirker de 11'ê Hezîrana 2022’yan şehîd bûbû. Hevrêyê me Agir ku bi biryardarî û moraleke mezin kete çeperên berxwedanê, êrişên dijmin ên li dijî mirovahiyê hemû pûç kirin û di her firsendê de derbên giran li dijmin xistin. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Hevrêyê me Agir hem li tunelên şer de hem jî di şerê bi tîmên bi tevger de her tim li refên herî pêş cih girt, bi rola pêşengiyê rabû û hêjayî şehîdên me yên leheng bû. Em jî weke hevrê û şopdarên şehîdên xwe yên leheng, di şexsê hevrê Agir de diyar dikin ku armanca azadiyê ya şehîdên xwe em ê pêk bînin û soza vê yekê careke din dubare dikin.”

HPG´ê ji bo şehîd Agir Tilizêr got, “Hevrêyê me Agir li navçeya Dugirê ya Şengalê li nav malbateke welatparêz ji dayik bû. Ew bi nûciwaniyê, bû şahidê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî gelê Şengalê. Pêşî tevlî nava refên YBŞ'ê bû. Ji bo ku gelê me bi fermanên nû re rûbirû nemîne û tola şehîdan hilîne cihê xwe di eniya şer de girt. Hevrêyê me Agir piştî azadkirina Şengalê, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bi berxwedaneke dîrokî û têkoşîneke destanî têk çûn peywira xwe temam kir û bi gerîlayên azadiyê yên ku vegeriyan çiyayên Kurdistanê, dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê. 

Hevrêyê me Agir, ji bo ku karibe xwe di taktîkên şer ên gerîla de kûr bike, sûd ji tecrûbeyên hevrêyên xwe wergirt. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ku 14'ê Nîsanê li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, hevrêyê me Agir li Qada Berxwedanê ya Werxelê bersiv da û di nava tîmên gerîla yên bi tevger de derbên giran li dijmin xistin. Mîna di nava jiyanê de, di şer de jî bû fermandarekî me yê pêşeng. Di serî de ji malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Şengalê re dixwazin ku fermandarekî bi vî rengî hêja mezin kiriye û tevlî têkoşîna gelê me kiriye.”

Nasnameya şehîdî weke li jêr e:

* Agir Tilizêr (Xalid Qasim) ê li Şengalê ji dayik bûye, kurê Zîn û Qasim, 11'ê Hezîrana 2022´yan li Zapê şehîd bû.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.