Agirê Newrozê li Zagrosan hil bû

În 22 Adar 2024 - 02:35

Li Herêma Bradostê û Zagrosê Newroza serketin û azadiyê di nava şerê giran ê li dijî dagirkeriyê de hate pîrozkirin. Li qadên gerîla ku li dijî dagirkeriyê şerekî giran tê kirin, Newroz bi coş û kelecaneke mezin tê pîrozkirin. Gerîlayan ji bo pîrozbahiya Newrozê agirekî geş pêxistin û bi merasîmeke leşkerî ev roj pêşwazî kirin. Pîrozbahî bi merasîmê destpê kir. Di merasîmê de fermandara YJA STAR’ê diyar kir ku ew ê bi sala 2024’an wateya Newrozê hîn bilind bikin û got, “Di serî de em Newrozê li Rêber APO pîroz kir û şehîdên şoreşê bi bîr tînin.  Têkoşîn û berxwedana îro li çiyayê Kurdistanê tê meşandin, bi ruhê Kawa û Mazlûman mezin dibe.” Fermandara gerîla destnîşan kir ku ew bi biryar in bi têkoşîna xwe ya sala 2024’an azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. Ji gerîlayên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn Roza û Dîrok Cûdî gotin:“Em weke gerîlayên YJA STAR’ê nirxên xwe li vir dibînin. Ji ber ku yê ku ev roj mezin kir û bi wate kir Rêber Apo bû. Ji ber wê jî barê me hîn giran û berpirsyara me ji bo azadiya civakê bi taybetî jinê heye.” Herdu gerîlayên jin diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin heta bigihêjin azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Gerîla Şervan û Rojhat jî anîn ziman ku ew ê ti carî ehêlin agirê Kawayê Hesinkar bitefe û gotin, “Armanca me ew e ku heta serketinê misoger nekin dest ji têkoşînê bernedin.” Gerîlayan piştî merasîmê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

Çanda me berxwedan e

Li çiyayê Zagrosê bi merasîmeke bi heybet Newroz hate pîrozkirin. Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur li merasîmê axivî. Fermandara YJA Star’ê Hêzil Ozgur wiha axivî:’’Weke ku hemû heval jî dizanin ev çend salên dawiyê ne dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên herî dijwar ên li ser  Tevgera me û gerîlayan qirkirin û dagirkirina axa me armanc dike û şerekî dijwar dide meşandin. Di nava van şert û mercan de em îro li Zagrosan kom bûne û Newroza xwe pîroz dikin.  Newroz ji bo me bihar e. Newroz roja berxwedanê ye, roja serkeftinê ye. Em bi vî rengî li cejna Newrozê dinêrin. Gelê Rojhilata Navîn xwe di vê çandê de dibîne û Newroza xwe pîroz dike. Gelê Kurd di dîroka xwe de bi Kawayê hesinkar li hemberî Dehaqan serketin bi dest xist, îro bi çanda Mazlûm Dogan, bi çanda Xeyrî Dûrmûş, bi çanda Zîlanan, Berîtanan, Egîdan vê berxwedan û xetê dewam dike. Niha dewleta Tirk careke din amadekariya xwe ya şerekî mezin dike. Dagirkeriya Tirk ev 2 sal in dixwaze li Zapê serweriya xwe bide ava kirin. Lê belê berxwedana hevalan serweriya dewleta dagirker vala derxistiye û êrişên dagirkeran daye sekinandin. Ji bo vê jî niha bi rêya dostên xwe, bi rêya diplomasî, bi têkiliyên cudatir, bi hêzên Kurd ên heremî re, heman demê bi hikûmeta Iraqê re dixwaze êrişê bînin li ser me. Dewleta Tirk êdî fêm kir ku bi tenê serê xwe nikare li hemberî me şer bike. Dixwaze ji derdor piştevaniyê bigre û bi ser me de were. Weke hêzên HPG û YJA STAR’ê dîroka me ya berxwedanê ye. Me ev çanda berxwedêriyê beriya her kesî ji berxwedêrê mezin, ji Rêber Apo wergirtiye. Berxwedana ku îro li Îmraliyê tê kirin, çanda me ye. Berxwedana ku li zindana Amedê hat meşandin, çanda me ye.  Em li ser çanda berxwedaniyê, li ser çanda ku timî tola xwe radike birêve diçin. Gelê me tu carî li hemberî êrişan serê xwe daneniye û wê daneyne.” Merasîma bi heybet a gerîlayên Zagrosan bi dirûşmên “Bijî Serok APO, Bê Seroj Jiyan Nabe, Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok, JIN JIYAN AZADΔ bi dawî bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.