- Ji pêr ve li Kozan a Edeneyê agir bi qadê daristanî ketiye.
Ji pêr ve li Kozan a Edeneyê agir bi qadê daristanî ketiye. Heta niha ji ber agir 6 gund hatine û 800 xanî hatine valakirin.
Rayedarên dewleta Tirk dan zanîn ku agir ji çend deveran bi carekê derketiye û ev jî gumanê li cem wan çêdike ku daristan hatibe şewitandin.
Ji ber ku şewatê gelek ji mal û cihê xwe bûn. Hin kes çûn cem xizmên xwe û hinek jî li malên xwendekaran hatin bi cihkirin.
Li gorî agahiyan heta niha 200 hektar di vê şewatê de tevî hin xaniyanbûye xwelî.
Rayedarên agirkujiyê bi helîkopteran hewl didin agir vemirînin, lê dibêjin heta niha nikarîbûne bi temamî kontrol bikin.
Eskerên dewleta Tirk ketin û derketina herêmê qedexe kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN