• Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xelkê xwe bi xwepêşandanên doh û pêr da der. Li Seyidsadiqê baregehên partiyan û avahiyên hukimî hatin şewitandin. Li Ranya û Çemçemalê jî xelkê rêyên sereke li çûnûhatinê girtin. Li Çemçemalê zarokek hat qetilkirin.

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xelkê ji ber rewşa xirab a aborî û rêveberiya xirab a welêt, xwe bi xwepêşandanan dide der. Pêr bi şev li Pîremegrûn a ser bi Silêmaniyê xwepêşandêran avahiyên PDK û YNK'ê şewitandin. Doh jî tevahiya rojê li navçeya Seyidsadiq a ser bi Silêmaniyê xwepêşandan hebûn. Xwepêşandêran hem nerazîbûna xwe ji rêveberiya hikûmetê û hem jî ji nedana mûçe îfade kir. Ji ber ku li xwepêşandêran gule hatin reşandin. Zarokek di nava xwepêşandêran de birîndar bû. Piştre li Ranya û Çemçemalê jî welatî daketin kolan û meydanan û hikûmet protesto kirin. Di xwepêşandanęn li Çemçemalę de gule li welatiyan hatin reşandin ű di encamę de welatiyekî jiyana xwe ji dest da ű du welatî jî birîndar bűn.
Di dema xwepêşandana doh li navçeya Seyîdsadiq a dijî nedana mûçe û rewşa xirab a aboriya herêmê de xwepêşandêran 5 baregehên partiyên siyasî şewitandin.
Xelkê navçeya Seyîdsadiq li dijî nedana mûçe û rewşa xirab a herêmê doh danê sibehê daket meydanan. Xwepêşandanê tevahiuya rojê dewam kir. Welatiyan 5 baregehên partiyên siyasî şewitandin û di nava van de yên PDK, YNK, Yekgirtû û Komeleya Îslamî hebûn.
Xwepêşandêran daxwaza asayîkirina rewşa herêmê kir û xwest mûçeyê wan were dayîn. 

Zarokek birîndar bû

Serê pêşî welatiyan rêya sereke ya Silêmanî-Helebceyê li çûnûhatinê girt. Welatiyan li ser rê agir pêxist û piştre berê xwe da ber baregeha PDK’ê ya li Seyîdsadiqê.
Welatî gava li ber deriyê baregeha PDK’ê kom bûn, parêzvanên baregehê gule  li xwepêşandêran reşandin. Di encama vê êrişê de zarokek birîndar bû.
Li ser vê xwepêşandêran gelek avahiyên hikûmî yên li navçeyî jî dan ber agir.

Li Çemçemalê zarokek hat qetilkirin

Li navçeyên Çemçemal û Ranyayê yên ser bi herêma Raperînê jî welatiyan careke din li dijî nedana mûçe û hikûmetê dest bi xwepêşandanê kir. Li Çemçemalê xwepêşandêran rêya sereke ya Kerkûk-Silêmaniyê girt.
Berdevkê Tendirustiya Çemçemalê Doktor Şerîf, ragihand ku di xwepêşandanê de ciwanek temen 16 salî hatiye qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, ciwanê jiyana xwe ji dest daye Adem Yehya ye, û parêzvanên Şaxa 19’an a PDK’ê ew qetil kirine.
Bi heman armancê bi sedan welatiyên navçeya Ranyayê jî li ber Baxê Giştî yê navçeyê kombûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Li Pîremegrûnê jî xelk ji hikûmetê nerazî ye

Li Pîremegrûn jî pêr bi şev xwepêşandêr daketin meydanan û bi heman armanca meşiyan. Di dema xwepêşandanê de, baregehên PDK’ê û YNK’ê yên bajarokî hatin şewitandin. Welatiyên ji nedana muçe û krîza aborî nerazî destpêkê ber bi baregeha komîteya YNK’ê ve meşiyan. Piştî ku parêzvan û endamên komîteyê ji baregehê derketin, xwepêşanderan agir berda baregehê.
Piştre jî xwepêşander ber bi baregeha PDK’ê ve meşiyan. Li vir, dîsa parêzvanên PDK'ê gule li xwepêşandêran reşandin. Xwepêşandêr di dawiyê de ketin hundirê avahiyê û wan avahî şewitand.

SILÊMANÎ