Aforoz û Navnîşan li festîvala Stenbolê ne

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Adar 2023 - 10:39

Li Festîvala Filman a Stenbolê îsal du filmên kurt jî di pêşbirkê de ne. Di pêşbirka beşa kurtefilman de ji bo îsal bi giştî 11 film hatine neqandin. Festîvala Filman a Stenbolê dê di navbera 7 û 18’ê Nîsanê de were lidarxistin. Festîval cara 42’an tê lidarxistin.

Di beşa kurtefilman de kurtefilmê bi navê “Aforoz” yê derhênerê Kurd Yılmaz Ozdîl û filmê bi navê “Navnîşan” yê Aram Dildar jî hene. Her du kurtefilmên Kurdî jî heta niha li gelek festîvalên neteweyî û navneteweyî hatin nîşandan û xelat wergirtin.

Her wiha wênegir û sînemavana Kurd, Aylîn Kizil jî di koma juriya kurtefilman de cih digire.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.