Afirîdekî ecêb ê behrê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Serê Tîrmehê zanyaran dîmenekî “qelema deryayê” girt di Behra Pasîfîkê de. 

Serê Tîrmehê zanyaran dîmenekî “qelema deryayê” girt di Behra Pasîfîkê de. 

Ev “qelema deryayê” afirêdekî mezin ê dûvik li paş bû. Zanyar meraq dikin gelo ev ne cûreyekî nû ye. 

Zanyaran ev afirîdê hanê di keştiya lêkolînê E/V Nautilus de dît. Weqfeke xêrê ya bi navê Ocean Exploration Trust wê ji bio lêkolîna bi kar tîne. 

Yekî ji van zanyaran got, “Ez ecêbmayî bûm.” Dîmen ji aliyê driona binê deryayê ve hatibûn girtin. Ev drona binê avê ji keştiyê ve tê birêvebirin. Axir hema li cem afirîdê deryayê yê dîmenê wê hatî girtin yeke din jî hebû, lê dîmenên wê nehatine girtin. 

Dûvikên vî mexlûqê hanê qederê 40 santîmetroyan dirêj in û bi qurmekî qederê 2 metroyan dirêj ve ne. Ev mexlûqê behrê bi temamî nêzî 3 metroyan dirêj e. Ew li rojavayê Hawaiyê hat dîtin. 

Beriya “çend mehan zanyarên Spanî 2 cûreyên “qelemên behrê” qeyd kirin. Ê duyem cûreyekî nû bû. Dîtina cûreyên nû bi rastî jî tiştekî kêmdîtî ye.

MIAMI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.