Afirandina derfetên Newrozê ye

Sêşem 4 Nîsan 2023 - 16:30

  • KCK'ê bi daxuyaniyekê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. KCK'ê bang kir da ku birêxistinbûna li dora Rêber Apo bêhtir bê mezinkirin.

KCK'ê diyar kir ku gelê Kurd rojbûna Rêber Abdullah Ocalan weke rojbûna xwe ya rastî dibîne, bi wateyên nû pîroz dike û bang li her kesî kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd bicivin û têkoşînê mezin bikin û wiha got;

"Rojbûna Rêbertî ya 4'ê Nîsanê jinûve rojbûna Kurdan e ku navê xwe jî hatibû tunekirin. Ji bo gelê Kurd mizgîniya rojbûneke nû ye. Mizgîngiya wê yekê ye ku xwe jinûve gihand hebûna xwe ya ku ji dest dabû. Mizgîniya jin a azad, mirovên azad, jiyana azad e. Ji bo Kurdan jinûve afirandina derfetên Newrozê ye. Gelekî ku Newroza xwe winda kir, derfetên Newroza xwe jinûve bi dest xist. Ji bo gelekî ku roja xwe ji dest dabû, jinûve bidestxistina rojê ye. 

Rêbertiyê dawî li bêrêxistinbûnê anî

Rastiya bê rêxistin û bê pêşeng, ji bo Kurdan zemîneke metirsîdar a koletiyê bû. Rêber Apo dawî li vê 'bê rêxistiniyê' anî ku civaka Kurd ji gelekî xwedî nasname hatibû dûrxistin. Ji ber vê yekê jî cihê xwe di dilê gelê Kurd de girt. Di navbera Rêber Apo û gelê Kurd de têkilî û girêdaneke gelekî xurt çêbû. Gelê Kurd bi hişmendiya, civakeke azad tenê bi civakeke rêxistinbûyî dibe, baweriya xwe bi vê yekê anî û kete ser rêyeke ji jiyaneke demokratîk û azad. Lewma tevgera azadiyê ya Kurd daxwaza jiyana azad a gelê me û biryardariya wê heta dawiyê şênber kir. Ji rastiya civakeke bê rêxistinî, bê nasname û kole, rastiya gelekî ya 'Kurdên azad' hate afirandin. Ev sekna Kurdên azad yek ji berhemên sereke yên têkoşîna mezin a Rêber Apo ye.

Kurd bûn gelekî hêja

Rojbûna Rêber Apo ya 4'ê Nîsanê serdemeke nû ya Kurdan da destpêkirin. Kir ku gelê Kurd xwe bigihîne kokên xwe yên dîrokî û hişmendiya nasnameya xwe ya ku winda kiriye jinûve bi dest bixe. Bû sedem ku bi nasnameya xwe û îradeya xwe ya bi rûmet çavên xwe li jiyanekê veke. Gelê Kurd di nava gelên cîhanê de bû xwedî cihekî hêja. Rojbûna Rêber Apo di heman demê de ji bo çanda ku hate qirkirin, ji bo jin a ku hate kolekirin û xweza ya ku hate bijehrkirin bû jinûve vejîn û rojbûnê. Ev rojbûnê şens da ku çand hemû bi heybet jinûve rabin ser piyan, jin a azad careke din ber bi textê Xwedawendiyê bimeşe û dayika Xweza bi mirovahiyê re jinûve bigihêje hev.

Jinên Kurd rojbûna xwe dibînin

Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê piştî komploya navneteweyî li Kurdistanê destpê kirin û bi pêşengiya jinên Kurd pêk hatin. Rêber Apo pêwîstiya jinê ya bi azadiyê her tim bi kûrahî hîs kir û li ser vê bingehê jî jin kir xwedî îrade û azadî. Ji ber vê yekê jinên Kurd rojbûna Rêber Apo ji bo xwe weke rojbûn dîtin, bi hezkirin û têkiliyeke xurt bi Rêber Apo ve hatin girêdan. Dilxwaziya jinan a li azadiyê ku di şexsê Rêber Apo de tê nîşandan û asta berpirsyariyê ya vê dilxwaziyê, kir ku rojeke bi vî rengî bibe yek ji rojên herî girîng ên dîroka me ya têkoşînê. Rêber Apo çawa ku ji dayik bû li hemberî vê cîhana zayendîperest helwesteke radîkal nîşan da û red kir ku tevlî jiyana gemarîkirî ya cîhanê bibe. Sîstema jiyanê ya ku li ser cîhana Rêber Apo lê ji dayik bû serdest bû, sîstemeke welê bû ku hebûna xwe ji aliyê bedenî û ruhî ve li ser kolekirinê dabû avakirin. Rabûna li ber şêweyê jiyanê yê bi serweriya mêr di heman demê de rabûna li ber kolekirina bêrehm a jinê bû. Lewma dibû lêgerîna li jin a azad, li jiyana azad. Ji ber vê yekê Rêber Apo got, şerê azadiya jinê yek ji şerên neteweyî gelekî girîngtir e. Jinên ku bi vî rengî wate da 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û bi saya vê yekê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê gav bi gav li Kurdistanê bûn kevneşopiyek.

Tecrîd hebe çareserî jî nabe

Beşeke ji vê kevneşopiyê ew e ku li her derê bi ruhê seferberiyê dar bêne çandin û xak bê şînkirin. Beşa din jî meşa Amara ya bi heybet e. Lê belê ev ast bi hêsanî bi dest neket. Li gel qedexe û astengiyên rejîma AKP-MHP'ê ya qirker mêtinger, nekarîn ku meşa Amarayê ji rojeva gelê Kurd derxînin. Gelê me di meşa Amarayê de berê 2 ewladên xwe yên hêja şehîd da. Hevrê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag ku bûn sembola dilsoziya welatparêziyê ya bi Rêber Apo re, em careke din wan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Gelê Kurd tevî dostên xwe di Newroza 2023'an de gelek peyam da. Lê belê peyama herî mezin û girîng a qadên Newrozê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Weke gel û tevger êdî em nikarin xwe li tecrîda li ser Rêber Apo rabigirin. Di sala 2023'an de armanca me ya bingehîn ew e ku tecrîda li ser Rêber Apo rakin, pêşî li azadiya wî ya fîzîkî vekin. Ji ber ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin di mijara şer û çareseriyê de gavek nikare bê avêtin.

Rêxistina li dora Rêbertî mezin bikin

Sekna bi biryar û bi coş a ku gelê me tevî dostên xwe li qadên Newrozê nîşan da, wê di nava perspektîfa Rêwîtiya ber bi Rojê ve hîn bi mezinahî dewam bike. Bi biryardarî û armanca rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke tevger em ê ji her demê bêhtir têkoşînê mezin bikin. Li ser vê bingehê em bang gelê û dostan bi taybetî jî li jin û ciwanan dikin ku rêxistiniya li dora Rêber Apo mezin bikin, çalakiyan hîn bi bandor bikin û têkoşînê bilindtir bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.