Endamên saziyên sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêber Abdullah Ocalan wekî muxatab nîşan dan û gotin, "Hikûmet êdî nikare çavên xwe ji pirsa Kurd re bigire.’’
Endama Sendîkaya GENEL-Îşê Ayşe Guler diyar kir ku pirsa Kurd bandorê li tevahiya gelê Kurd û tevahiya civakê dike û got: “Pirsgirêka Kurd a herî mezin asîmîlekirina ziman û çandê ye.’’
Em dixwazin bi zimanê bijîn
Guler bi domdarî got,’’Em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Divê pirsgirêka Kurd bi siyasetê were çareserkirin. Em jî wek gelên cîhanê dixwazin li axa xwe bi ziman û çanda xwe bijîn. Li van xakan ji bilî aştiyê tu rêyeke din tune ye.”
Endama DÎSK’ê Hanîfe Kardaş diyar kir muxatabê pirsgirêka Kurd Îmraliyê ye û got, “Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Yên ku herî zêde hemû qeyranên li vî welatî dijîn û herî zêde di bin bandorê de dimînin jin in. Em jin dixwazin ev qeyran ji holê rabe. Weke jin em aştiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin. Pirsa Kurd tê wateya şer û aloziya li bajarên me. Bi polîtîkayên şerê taybet kolan û taxên me bê ewle dibin.’’
Bang çareseriyê li hikûmetê
Guler banga çareseriyê li hikûmeta Tirk kir û got,’’ Divê em bang li hikûmetê û partiyên din jî bikin ku di her warî de vê pirsgirêkê çareser bikin û ji bo çarreseriyê çi ji destê me bê em ê bikin. Divê ji bo siberoja gelê me û van xakan pirsgirêk bên çareserkirin.’’Guler bi berdewamî Imralî weke adrêsa çareseriyê nîşan da û got,’’ Navnîşana çareseriya pirsgirêkê diyar e.”
ANF/AMED