Adnan Karîm

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Tebax 2024 - 00:24

FÎRAZ BARAN

HUNERKOM, Akademiya Çand û Hunera Kurdî û Mîr Muzîk di navbera 1983 û 2004an de ji bo sed stranbêj û komên muzîkê kaset û CD derxistine. Yek ji wan Adnan Karîm e. Stranbêj kaseta bi navê “Tavgehek ji Evînê” sala 2004an bi etîketa Mîr Muzîkê derxistiye.  Adnan Karîm yek ji girîngtirîn muzîkjen û stranbêjên kurd e. Piranî stranên wî beyt (kasîde) in. Ev şêwazek zor e. Maqamên wê zêde ne. Adnan Karîm yek ji wan hunermendên kêm e ku giheştiye vê merheleyê. Malbata Adnan Karîm ji herêma Şarbajar (gundê Jajla) e. Ew sala 1963’an li Kerkûkê jidayîk dibe, lê li Silêmaniyê mezin bûye. Li Silêmaniyê sala 1985’an ji Fakulteya Hunerê û beşa wêneyê qedandiye. Ango ew di heman demê de wênesaz e jî.

Xebatên wî yên muzîkê, sala 1979’an li Silêmaniyê dest pê dike. Navê strana wî ya yekem “Qazê We” ye. Ew vê stranê bi şanoyeke de dibêje. Di sala 1983’an Adnan Karîm strana Enwer Qeredaxî ya bi navê “Şewî Tarî û Bêdengî” dixwîne. Ew bi vê stranê tê naskirin. Her wiha, ev stran yek ji berhemên mînak ên muzîka Soranî tê hesibandin. Adnan Karîm dibe solîstê komên muzîkê ya bi navê “Newroz” û “Pîremerd” jî. Di wan salan de hinek stranên wî gotine bûne hît… Wek mînak “Goranî Jala”, “Gulala”, “Azîzakam” û “Perwane”. Ew û hevalên xwe yên hunermend di 1989’an de “Koma Hunera Delal” ava dikin.

Sala 1991’an neçar dimîne Başûr biterikîne. Ji bo demekê li Mahabadê dimîne. Li wir bi navdarê muzîka kurdî, Mihemed Mamlê nas dike. Ne tenê bi Mamoste Mamlê re, her wiha bi Mihemed Daniş, Husên Rêber, Ahmed Îslamî û Îsmaîl Şahîn re xebatên muzîkê li dar dixe. Wî jî ji bo muzîk û medyaya kurdî bi dehan salan xizmetek mezin kiriye. Bi kedkariya xwe û kesayetiya xwe ya nefsbiçûk ji bo ciwanên demê re her tim bû mînak. Adnan Karîm sala 1992’an li Swêdê bi cih dibe. Albûmên xwe li Ewropayê derdixîne. 

Di sala 1995’an de Şoreşa Kurdistanê yekemîn televîzyona Kurdî ya navneteweyî (Med TV) ava dike. Televizyon ji bo muzîka kurdî pêşketineke mezin afirand. Hunermendên ku neçar mabûne ku sirgûnî Ewropayê bibin, di Med TV de konser dan û tevlî bernameyan bûn. Yek ji wan Adnan Karîm bû. 

Mamoste Adnan Karîm konserek jî li dar xist. Mînak 10 stranên ku di wê serdemê de hatine kişandin îro jî di televîzyona Med Muzîkê de tên weşandin. Adnan Karîm yek ji hostayê girîng ê muzîka kurdî ye. Ew helbestên helbestvanên mezin dike stran. Lê amûr û maqamên otantîk bi awayekî profesyonel bikar tîne. Bi vî rengî meqamên otantîk zindî dike û bi aranjeyek dewlemend ew deng û gotin dibin mêvanê guhdaran.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.