- Li seranserê Başûrê Kurdistanê karmend û nexasim jî mamosteyan ji ber nedane mûçe dest bi boykotê kirin. Li hin navçeyan karmendan rê li çûnûhatinê girtin.
Li Başûrê Kurdistanê meha Adarê, meha raperînê ye. Di vê mehê de destpêka Raperîna 1991´ê tê bibîranîn. Lê îsal nedana mûçeyên karmendan û nexasim mamosteyan, Adar veguherand meha boykot û çalakiyan jî. Li aliyekî mamoste disbitanan boykot dikin, li aliyê din bi çalakiyan dikin ku desthilat wan bibînin. Li aliyê din jî nûçeyên gendelî û neheqiyan jî hêrsa wan zêdetir dike. Çawa ku doh eşkere bû wezîrên teqawît hîna jî mûçeyên wezîrtiyê werdigirin.
Li gelek bajar, navçe û herêman, mamosta û karmend ji ber nedana mûçe, neçûn ser kar û boykot ragihadin. Doh sibehê, rêveberiya perwerdeyê ya navçeya Seyîdsadiq, karmendên nexweşxaneya Şehîd Tofîq ya li Derbendîxan, karmend û mamostayên Kelar û navçeya Kifrî boykot ragihandin û neçûn ser kar.
Li navenda Îdareya Raperîn û Qeladizê jî bi heman awayî beşek ji mamosta û karmendan neçûn ser karê xwe.
Li Silêmaniyê jî rêveberên ceyran û şaredariyê, nexweşxaneya Elî Kemal û dibistanê neçûn ser kar. Li Helebceyê jî mamosta û karmendên rêveberiya Rewşenbîrî û Çandiniyê ji ber nedana mûçeyê xwe, neçûn ser kar.
Hêjayî gotinê ye, berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê beriya niha ragihandibû ku ew ê her 25’ê mehê mûçe bidin. Lê tevî ku niha buhayê bermîla neftê bi 118 dolaran e jî, berpirsên hikûmetê bi hênceta nebûna pere, mûçeyê meha 2´yê karmendên Herêma Kurdistanê nedane.
Rê li çûnûhatinê girtin
Hin mamoste û karmendan rêya sereke ya Silêmanî-Pênciwên û Kifrî-Kelarê li çûnûhatinê girt. Li navçeya Kifrî ya ser bi Îdareya Germiyanê, mamoste û karmend doh nava rojê daketin meydanê û rêya sereke ya Kifrî-Kelarê li çûnûhatinê girtin.
Bi heman armancê li navçeya Pênciwênê jî mamoste û karmend daketin meydanan ûji ber nedana mûçe, xwepêşandan li dar xistin.
Mamosteyan li wir jî rêya sereke ya Pênciwên-Silêmaniyê li çûnûhatinê girt.
Gef li karmendên paqijiyê xwarin
Karkerên paqijiyê yên navçeya Xaneqînê ya ser bi Diyalayê, ev 3 roj in naçin ser kar. Karker dixwazin êdî mûçeyê wan were dayîn. Ev 2 meh in mûçeyê karkeran nayê dayîn, di ser vê re jî gef li wan tê xwarin. Karkerê bi navê Ehmed Yûsif got; “Her serê mehê em rastî pirsgirêka mûçe tên, ev 2 meh û 6 roj in me mûçeyê xwe wernegirtiye. Niha jî nayê zanîn, bê ka wê mûçe were dayîn yan na. Heger mûçe nebe, ji bo çi em kar bikin? Gelek caran soz didin, lê vale ne. Gefa derxistina ji kar li me dikin.”
Pere ji xelkê re nîne ji wezîr û kizîran re heye
Pirsgirêka mûçe li aliyekî dewam dike, li aliyekî karmend li dijî nedana mûçe li ser piyan in, û hikûmet dibêje pere nînin ku ew mûçe bidin.
Lê li aliyê din jî derket holê ku heman hikûmet tevî ku wezîfeya wan qediyaye jî mûçeyê wezîrtiyê dide wezîrên teqawîtbûyî.
Parlamenterên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyên xwe hikûmetê derewîn derdixin û dibêjin, dahateke zêde heye lê hikûmet mûçe bi qest nade. Parlamenter Elî Heme Salih li ser malpera xwe ya medyaya dijîtal, derbarê mûçeyê kesên hatine teqawîdkirin de agahî dan. Li gorî wî, ev salek û 8 meh in qanûna reformê hatiye bicihkirin, lê dîsa jî hikumeta Hewlêrê mûçeyê neqanûnî yê wezîr û şêwirmendên teqawîdbûyî dide: “Tevî ku ev 8 meh in biryara rawestandina mûçeyê wan hatiye dayîn, lê biryara birrîna mûçe nehatiye dayîn.”
Elî Heme Salih herî dawî da zanîn ku heta niha, zêdetirî 904 milyar dînar deynê hikumetê li bazirganan heye û ev deynê xwe hîna wernegirtine.
Yanî Elî Heme Salih dibêje, hikûmeta Hewlêrê ji karmend û feqîran re çikûs, ji wezîr û kizîran re jî destvekirî ye.
HEWLÊR/SILÊMANÎ