Li Awistralyayê di van rojên dawî de tiştekî dirokî qewimî. Hikûmeta Awistralyayê ji bo niştecihên Aborjîn biryareke di cî de girt û ev biryar xist meriyetê. Daristanên dinyayê yên hêrî kevn “Daintree” piştî peymanekê dîsa bûn yên Aborjînan. Her çiqas ev biryar û nêzîkatî dereng mabe jî ji bo civakên bindest biryareke baş û di cî de ye. Elbet qirêjî û qirkirênên mêtîngeran safî nake lê serkeftinek hêja ye.
Awistralya bi salan di bin hikmê Ingilîzan de ma û Ingilîz ew der wek koloniya xwe bikaranîn. Ewder mêtîngeha wan bû. Dagirkirina Ingilîzan ya li Awistralya bi salan domand û niştecihên wir Aborjînan qetilkirin û ji ciyên wan kirin. Bi gotinek din axa wan ji destê wan girtin û ew bê ax hiştin.
Daristanên Daintree di lîsteya UNESCO de jî cî digire û xwedî dîrokeke 135 milyon sal e. Piştî dagirkirina bi hezar salan ya mêtîngeran niha dîsa kete destê civaka “Kuku Yalanji” ku ew jî wek Aborjîn tên nasikirin.
SYDNEY