Pisporê Karûbarên Siyasî yê Iraqê Salar Mehmud, diyar kir ku dewleta Tirk aboriya Başûrê Kurdistanê kontrol dike û got: “Herî zêde dewleta Tirk ziyan gihandiye serwerî û gelê Herêma Kurdistanê.”
Salar Mehmud, der barê serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Tirkiyeyê de got, niha Iraq di qeyranek zehmet de ye ji bo wê her danustandin û lihevkirin girîng e, û divê gelek tawîzan bide.
Salar Mehmud da zanîn ku di civîna Kazimî ya li gel rayedarên Tirkiyeyê de li ser şandina nefta Herêma Kurdistanê axivîne û got: “Ger Tirkiye qezencek zêdetir ji ya ku niha ji nefta Herêmê dike bi dest bixe, wê li gel Iraqê li hev bike da ku nefta Herêmê bi rêya SOMO hinarde bike.
Divê Kazimî naveroka lihevkirina 50 salî ya navbera Herêm û dewleta Tirk ji Tirkiyeyê wergirtiba û bi raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê re parve bikira. Da ku bihata zanîn ev lihevkirinek ya Herêm û Tirkiye ye yan jî lihevkirina PDK’ê û Tirkiyeyê ye.”
Di dawiyê de jî Salar Mehmud got: “Diviya bû Kazimî ji bo serweriya Iraqê daxwaz ji Tirkiyeyê bikira tevayî baregeh û navendên xwe yên li nav xaka Herêma Kurdistanê derxistiba.
Her wiha divê Kazimî daxwaz bikira tevayî leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêm û Iraqê derketiban.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ