- Desteka ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê dewam dike. Çalakî di roja 39´an de ye. Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk xwest her kes xwedî li kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ derkeve û got, Rêber Abdullah Ocalan şensekî mezin e.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê, li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di roja 39’an de bi biryardariyeke mezin dewam dike. Li gel vê, li bajarên Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Izmîrê jî Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan daye destpêkirin, didome.
Tevî gelek kesan, Hevşaredarê Silopiya ya ser bi Şirnexê, Suleyman Şavlûk jî çû serdana Nobeta Edaletê ya li Amedê. Şavluk, diyar kir ku gelê Kurd li mafên xwe digere û got, “Mafên wan ên bi qanûnan hatine diyarkirin jî ji destên wan hatine standin. Hevalên me bedenên xwe didin ber mirinê û li wan mafan digerin.”
Şavlûk, têkildarî tecrîdkirina giran a Rêber Abdullah Ocalan jî got, “Şerê li Tirkiyeyê nêzî nîvsedsalê ye ku didome, û hê jî navê şer lê nehatiye kirin. Birêz Ocalan dibêje; 'Ez dikarim vî şerî di nava hefteyekê de bidim sekinandin.' Lêbelê alîgirên şer û çekan, destûrê nadin vê yekê. Qedexekirina hevdîtina bi birêz Ocalan re sepaneke derveyî hiqûqê ye. Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwazeke mirovî ye. Dengê li vir, dengê qêrîna hiqûqê ye. Birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê, ji bo Kurdan, ji bo her kesî şensekî mezin e. Ji bo rastiya Rojhilata Navîn a di nava şeran de jî, şensek e. Divê demildest bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.”
Xwedî li kampanyayê derkevin
Şavlûk xwest her kes xwedî li kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya demokratîk" derkeve û axaftina xwe wiha qedand: “Hêvîdar im ku her kesê girîngiyê dide hiqûq û paşeroja xwe, xwedî li vê kampanyayê derkeve. Qet nebe, divê bibin deng, da ku ji bo van kesên zextan didin meşandin û yên hiqûqê binpê dikin, bibe dersek.”
NAVENDA NÛÇEYAN