99 dagirker hatin kuştin

În 2 Sibat 2024 - 03:45

  • HPG’ê bîlançoya şer a meha Çileyê eşkere kir. Li gorî daxuyaniya HPG’ê meha Çileyê, di şer û operasyonên şoreşgerî de, 99 leşkerên dagirker hatine kuştin. Di vê mehê de 3 gerîlayên azadiya Kurdistanê jî şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên azadiyê, operasyonên şoreşgerî û encamên êrîşên dagirkeriyê yên meha Çileyê ya sala 2024'an daxuyaniyek da. Li gorî daneyên bîlançoya destpêkê ya salê, di nava meha Çileyê de yek jê operasyona şoreşgerî ya berfireh 79 çalakiyên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin kirin. Di van çalakiyan de 99 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 12 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 3 gerîla jî şehîd bûn. Di çalakiyan de 21 çeper, 5 kamerayên mobesse, wesayiteke leşkerî, cebilxaneyek, 2 deverên lojîstîk, 3 konteynir, 2 sîstemên radarê, kamerayeke mobesse ya termal û 2 çekên A4 hatin tinekirin.

Gelek amûr hatin desteser kirin

Gerîlayan her wiha 2 çekên otomatîk ên BKC, 7 çekên MPT, 5 çekên bombeavêj, 5 jê termal, 7 jê ji bo şevê 12 dûrbîn û gelek amûrên leşkerî hatin desteserkirin. Di bîlançoya HPG'ê de hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di nava vê demê de 238 caran bi balafirên şer êriş kir. Hate ragihandin ku çeperên gerîla 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî êriş hate kirin, 18 caran droneyên bombebarkirî hatin bikaranîn. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin ku li gel şert û mercên giran ên zivistanê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê, siyaseta tecrîd, qirkirin, îmha û înkarê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê havîn-zivistan li her qadê, li her cihî û di her kêliyê de xwe gihandine vê astê ku ev yek ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me destketiyeke mezin e. Gerîlayên me bi rengekî xurt dest bi sala nû kirin, berê têkoşînê yê sala 2024'an diyar kirin û rêya serketinê nîşan dan."

Doktrîna şer a gerîla rast e

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi asta xwe ya ku li ser bingeha jinûve avabûnê bi dest xistin, bi kûrahiya taktîkî, performansa bilind, hostsatiya di liv û tevgerê û rêbaza çalakiyê de, her wiha bi bicihanîna vê yekê ya bi afirîneriyeke mezin, ispat kirin ku doktrîna şer a HPG'ê rast e. Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên hêzên me hem derba giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, hem rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst hejandin hem jî nîşan dan ku siyaseta qirkirinê ya xwe dispêre înkar û îmhayê ti carî nikare encamê bi dest bixe. Hevrêyên me Serxwebûn, Serhed, Rizgar Çavreş û Jêhat ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tevlî têkoşîna dijwar a meha Çileyê bûn, her cûre zor û zehmetî ji holê rakirin û derbên giran li dijmin xistin, gihîştin şehadetê. Em careke din soza xwe nû dikin ku em ê li ser şopa hevrêyên xwe bimeşin û armancên wan bi ser bixînin. Bîlançoya şer a meha Çileyê bi vî rengî ye:

Êrişên artêşa Tirk a dagirker 

Êrîşên bi balafirên şer: 238, Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 6, Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 18

Çalakiyên gerîla

Çalakiyên giştî yên gerîla: 79, Operasyonên şoreşgerî: 1, Çalakiyên sabotajê: 2, Çalakiyên gerîla yên koordîneyî: 3, Çalakiyên sekvaniyê: 6, Çalakiyên destwerdanê û şer: 22, Çalakiyên bi çekên giran: 45

Kuştî û birîndarên dijmin

Dagirkerên hatin cezakirin: 99, Dagirkerên birîndar bûn: 12

Amûrên hatine tinekirin û derb kirin

Wesayita leşkerî: 1, Cebilxane: 1, Cihê lojîstîkî: 2, Qadên jiyanê: 7, Konteynir: 3, Kon: 2, Çeper: 21, Sîstema radarê: 2, Kamerayên mobesse: 5, Kamerayên mobesse yên termal: 1, Sîstema şer: 1, Droneyên bombebarkirî: 1, Jenerator: 1, Çekên A4: 2, Bombeavêjên bi zincîr: 2, Telefonên destan: 8

Kepçe: 1, Qemyon: 1, Konteynir: 2, Çeper: 20

Çek û amûrên hatine desteserkirin

Çeka nîv otomatîk a BKC: 2, Fîşekên BKC: 200, Çeka bombeavêj: 4, Çeka bombeavêj a yekane: 1, Çeka MPT-55: 7, Fîşekên çeka MPT-55: 250, Dûrbînên termal: 5, Dûrbînên şevê: 7, Lazer a çekê: 2, Dûrbîna çekê: 5, Amûra destnîşankirinê ya çekê: 1, Cîhaza mûhabere: 2, Batarya cîhaza mûhabere: 1, Projektor: 2, Kêr: 2, Bombeya mijê: 3, Pîlê dûrbîna termal: 5, Êleka êrîşê ya bi zirx: 3, Parka leşkerî: 2, Berguhk: 2

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.