9 milyon kes li Iraqê feqîr in

În 26 Tebax 2022 - 22:30

  • Zikrî Ebdulrehîm got, civînên wan ên ji bo plana reformê ya di sîstema çavdêriyê dewam dikin.

Rêveberê Giştî yê Beşa Çavdêriya Civakî ya li Wezareta Karûbarên Civakî ya Iraqê Zikrî Ebdulrehîm, ragihand ku li Iraqê nêzî 3 milyon malbat pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û hejmara kesên sînorê diyarkirî yê hejariyê de jî gihiştiye 9 milyonan.

Zikrî Ebdulrehîm got, civînên wan ên ji bo plana reformê ya di sîstema çavdêriyê dewam dikin.

Zikrî Ebdulrehîm diyar kir ku pêwîstiya qederê 3 milyon malbatan bi alîkariyê heye û got, “9 milyon welatiyên Iraqê hejar in. Em hewl didin bi kiryar daxwazên ji bo çavdêriya civakek dadperwer pêkbînin. Wê di nava du rojên bê de mûçeyê 75 hezar malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye were dayîn.”  

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.