Hêzên gerîla li qada Werxelê ya Avaşînê ji 4 baskan ve li leşkerên Tirk ên dagirker dan. Di vê çalakiyê de 9 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û çekek bombeavêj hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê; 16'ê Tîrmehê li qada Werxelê, 3 yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ku dixwestin li derdora Geliyê Şehîd Canşêr kemînê deynin, serê sibehê ji aliyê gerîlayên ve me hatin kontrolkirin. Saet di 07:50'î de ji 4 baskan ve bi çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiya serketî de ku bi taktîkên gerîla yên serdema nû hate kirin, herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û çekek bombeavêj hatin îmhakirin û gelek dagirker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker derdora Werxelê bi obusan bombe kir. Şewata ku ji ber vê bombardûmanê rû da hîn jî dewam dike.
17'ê Tîrmehê, Artêşa Tirk bi helîkopteran derdora gundên Kêste û Hirorê yên nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê û li Werxelê tunelên şer bombarduman kir.
Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."
ANF/BEHDÎNAN