9 baregehên nû yên artêşa Tirk

Çarşem 7 Tebax 2024 - 02:35

Li gorî nûçeya Rojnewsê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Xelkê Dohukê ji ber êrişên hewayî û bombardûmana bejahî neçar dimîne cih û warên xwe biterikîne. Di 15’ê Hezîrana îsal de, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi hezar leşker, 300 tank û wesayîtên zirxî li dijî sînorê parêzgeha Dihokê êrişek nû ya berfireh ya dagirkeriyê da destpêkirin. Ev êrişên dagirkeriyê bû sedema gelek karesatên mirovî û jîngehî. Rojnews’ê di vê raporê de daneyên valakirina gund û malan, bombebarankirina cihên niştecihbûnê û avakirina baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker eşkere dike. Tenê di vê êrişa dagirkeriyê ya dawî de 184 malbat li parêzgeha Dohukê neçar mane ku malên xwe biterikînin. Lê belê ev malbat ji ber erdnîgariya herêma xwe xwedî rez û baxin, eger ji bo her malbatekê bi qasî 4-5 donim zeviyên ji rez û bax hesab bikin, dike bi qasî 830 donim zevî ku çavkaniya bi dehan fêkî û zebzeyan e. Dewleta Tirk her wiha tenê di vê êrişa xwe ya zêdetirî du mehin li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike 19 mal, 2 dibistan, kargehek ard, otomobîlek, dêrek û 2 projeyên ava vexwarinê jî bombebaran kirine.

Tenê di van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, gundên Mijê, Kevne Mijê, Girgaşe, Spîndarê yên devera Ber Garê, gundê Dêmka yê girêdayî Batîfa, gundê Dergeke, Musabegî, Şêlazê, Bişîlê û Miska yên Kanî Masê yên herêma Berwarî Bala ya parêzgeha Dihokê bi darê zorê hatine valakirin. Bi giştî heta niha 170 gund ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hatine valakirin û 602 gundên din jî di bin xeteriya valakirinê de ne. Her wiha artêşa Tirk a dagirker 9 navendên leşkerî li herêma Behdînanê ava kirine. Bi giştî ji sala 2015’an ve dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 74 baregehên dagirkeriyê ava kirine. Ji aliyek din ve alavên ragihandinê û bircên telefonê yên xetên ragihandinê yên dewleta Tirk ji baregehên leşkerî yên dagirkeriyê bandor li xetên ragihandinê yên zêdetirî 110 gundan kiriye.

Îsal 13 sivîl şehîd bûn

Derbarê rêjeya şewitîna giya, pûş û daristanan de, li gorî pêşbîniyên rêxistina Emerîkî CPT’yê ku ji anketên bi niştecihên deverên hatine dagirkirin re kirine, tenê di dema van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk qirker de nêzî 68 hezar donim erd hatiye şewitandin. Derbarê daneyên êriş û bombebaranên dewleta Tirk de, her çendî ku daneyek rast li ber dest nîne jî, lê li gorî agahiyên ku ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê ketine destê Rojnews’ê, dewleta Tirk a faşîst zêdetirî 300 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye. Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji destpêka îsal ve heta niha 13 welatiyên sivîl şehîd bûne û 11 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. Par jî di encama êrişên dewleta Tirk de 33 welatiyên sivîl şehîd bûn û 22 sivîl jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.