CÎHAN BÎLGÎN
ANHA / HESEKÊ
Wefa hîna zarokeke 9-10 salî bû gava endamên çeteya DAIŞ´ê ew revandin. Hê zarok dest avêtinê, zaroka wê ji ber birin û 7 caran firotin û li wargeha Holê ew êsîr kirin. Hêzên YPJ´ê di beşa 9´an a wargeha Holê de di Operasyona Insanî û Ewlehiyê de beriya çendekê ev jina ciwan rizgar kirin.
Dema ku mirov li kûrahiya çavê Wefa dinihêre tenê xemgîniyê û bêadeletiya cîhanê dibîne. Ew êş, xemgînî, hesret li bedena wê jî tesîr kiriye ku gelekî zirav e. “Êdî xwarinê naxwim û jê hez nakim. Rewşa min wiha ye, ez roj bi roj zeyîf û jar dibim” bi van gotinan sedema zeyîfbûna xwe tîne ziman.
Jina ciwan a Êzîdî Wefa Elî Ebas, niha 18 salî ye, hîna 9 salî bû, bi xwişka xwe ya ker û lal a 13 salî re çeteyên DAIŞ`ê ew ji gundê Koço yê Şengalê revandin. Di wî temenî de çeteyan dest avêtiyê û di encamê de ducanî bû. Ew çeteyên ku dest avêtinê pitika di zikê Wefa de jî qetil kir. Ev jina ciwan 7 caran hatiye firotin. Zimanê wê, çand û ola wê lê hatiye qedexekirin.
Komkujiya li Koço
Wefa li ser roja komkujiya li gundê Koço, roja revandina xwe û xwişka xwe dibêje, “Çeteyan di dibistanên gund de em dorpêç kirin. DAIŞ´ê 3 roj mohlet dan şêxê eşîra Koço. Şêx got ew xwe radestî wan nake. Paşê çeteyan dor li gund girt, em li dibistanên gund kom kirin û dema ku em di dibistanê de bûn em ji hev cuda kirin. Bav, kesên temen mezin, dayik, zarok, keç û xort ji hev cuda kirin. Paşê bas anîn û em ber bi Mûsilê ve birin. Wê demê dayik û xwişkeke min bi min re bûn. Paşê em birin, nehiştin ku em û dayika xwe bi hev re bimînin. Me qîr dikir lê bê feyde bû.”
Destavêtinê û firotin
Çeteyan Wefa ji malbatê qut kir û ji Mûsilê ber bi Reqayê ve revand û di dibistanekê de hişt. “Her yek ji wan hat, yek ji me bir, firotin û kirrîna me dest pê kir. Carnan keça ku tecawîz lê dihat kirin, ew vedigerandin. Destpêka ku em ketin Reqayê, me hewl da ku em birevin, lê nebû. Hejmara me nêzî 70 kesan bû. Di serê kolanê de me û DAIŞ`ê hev dû dît, dîsa hatin em girtin û vegerandin dibistanê. Dema ku em vegerandin li me dan û heqaret li me kirin. Her saetê yek dihat tecawîzî me dikir. Çeteyek di nîvê şevê de hat xwişka min a lal û kerr bir. Min hewl da wê ji nava lepên wî xilas bikim. Çete xwişka min ji porê wê kişand û bir. Ji wê demê ve ez nizanim aqûbeta wê çi ye. Paşê yek hat, bi zorê ez birim û destavêt min. Min jê re got hûn çima wisa li me dikin, mane em biçûk in wekî kevok û çûkên li ser daran in. Yê destpêkê meh û nîvek ez pê re mam. Paşê ez firotim kesekî din. Ez 7 caran hatim firotin. Di cara 6`an de got ku azadî, yanî kesek êdî te naxwaze û destdirêjiyê li te nake. Ji ber wê jî ew kes di bombebaranê de hate kuştin. Paşê min meta xwe li Dêrazorê dît û em bi hevre jiyan. Ji Meyadînê em derbasî Hecînê û paşê Meraşida bûn. Li wir ez bi Ebû Ehmed re zewicandin. Ez hevjîna wî a 3`yan bûm. Paşê em derbasî Baxozê bûn û ji wir hatin Kampa Holê. Agahî ji min re hat ku Ebû Ehmed di girtîgeha hevalan de hatiye kuştin. Hevjîna Ebû Ehmed a duyemîn çû Hewlêrê û ez li cem wan mam. Bi darê zorê li Kampa Holê bi kesekî din re hatim zewicandin, wî her roj dest diavêt min.”
YPJ'ê ew rizgar kir
Li Kampa Holê jî Wefa dibe şahida gelek bûyeran: “Di navbera wan de dijminahî, kîn û şer hebû. Jina li gorî wan nebaş serjê dikirin. Dema ku min dibîhîst ez pirr li ser xwe ditirsiyam ku rojekê çete werin û min serjê bikin. Min nedixwend û ne jî ji konê xwe derdiketim, têkiliya min tenê bi min re bû, kesekî ez nas nedikirim ji derveyî hevjînên mêrê min ku ez Êzîdî me.”
Di encama qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştgiriya QSD, YPG, YPJ`ê hatiye destpêkirin, Wefa li beşa 9`an a kampa Holê hate rizgarkirin. Şervanên YPJ`ê ew ji DAIŞ´ê nas kirin û rizgar kirin.