8 sal 10 mihrîcanên şanoyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Mijdar 2021 - 23:12

  • 20’ê Mijdarê, Mihrîcana Şanoyê ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" li ser dika şanoyê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê dest pê kir.

20’ê Mijdarê, Mihrîcana Şanoyê ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" li ser dika şanoyê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê dest pê kir. Ev mihrîcana şanoyê ya 10’an e ku li Rojavayê Kurdistanê li dar dikeve. Mihrîcana yekem di 2014’an de bi navê "Mîtan" li Efrînê li dar ketibû.

Li Efrîn û Şehbayê 4 mihrîcanên şanoyê, li herêma Cizîrê 5 mihrîcan bi navê Şehîd Yekta û beriya wê jî yek li Kobanê li dar ketibûn. Gel ev mihrîcan bi coş pêşwazî kirin.

Di rojên mihrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" de ku hefteyekê dewam kir. Derhênera jin Hîwa Betal jî bi lîstikekê beşdarî mihrîcanê bû. Hîwa Betal komeke ciwanan li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner a Helebê perwerde dike û bi şanoya "Mueleq" beşdarî mihrîcanê bû.

Kêmbûna derfetan nebû asteng

Hîwa Betal li ser rewşa şanoyê got, "Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê me hin şano pêşkêş kirin, gel elaqeyeke mezin nîşan da û kêfxweş bû. Ji ber ku berê şanoyên zindî nedîtibûn, girîngiyeke cidî nedidanê."

Têkildarî zehmetiyên ku di qada şanoyê de jî, Hîwa Betal got, "Derfetên me yên şanoyê kêm in. Heta niha dika me jî tine ye.

Perwerdeyên me di odeyên piçûk û malan de têne kirin. Pêwîstiya me bi ronahiyê heye, her wiha di muzîka akademîk a şanoyê de pisporî tine ye. Tevî van jî li aliyê lîstikvanî û derhêneriyê, gavên baş bûn. Kêmbûna derfetan li pêş me nebû asteng."

Endamê komîteya amadekar a mihrîcanê Osman Elî jî got, "Berê tenê di cejnên Newrozê de şano dihatin pêşandan û hikûmeta Şamê her tiştê girêdayî Kurdan qedexe dikir. Lê îro di 8 salan de 10 mihrîcan hatine lidarxistin."

Elaqedarî bipêşketina şanoyê Osman Elî got, "Îro afirînerî, hemahengî û xebatên baş ên şanoyê hene. Şoreşa Rojava bandoreke mezin di avakirina kadroyên pispor ên şanoyê de kir. Nivîskarên şanoyê tine bûn, lê îro nivîskar hene. Civak ji huner hez dike û em dibînin ku em li pêşberî paşerojekê mezin a şanoyê ne."

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.