Hêzên gerîla 8'ê Tîrmehê li qada Lêlikanê ya Xakurkê li dijî wesayiteke dewleta Tirk a dagirker a tîpa Reo çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 6 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dan: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê; 8'ê Tîrmehê gerîlayan li Girê Lêlikanê li dijî wesayiteke leşkerî ya tîpa Reo ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 8 dagirker hatin cezakirin û 6 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopterên tîpa Skorsky ji herêmê bir.
Çekên kîmyewî bi kar tînin
Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî hêzên me nikare encamê werbigire û di pîlanên xwe yên dagirkeriyê de asteng bûye, bi rê û rêbazên şerê qirêj dixwaze encamê bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker 10'ê Tîrmehê saet di navbera 17:30-18:00 de li herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Girê Sor. Heman rojê saet di navbera 23:30-00:00 de li herêma Zapê helîkopter li ser qadên Tîpa T û Cîlo yê Biçûk geriyan. Heman demê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran bombe li qada Tîpa T barand û hêzên xwe yên li ser Girê Silêman bi helîkopteran guherand. Saet di navbera 23:00-00:30'î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê jî zeviyên gundên Êdînê, Kêste û Hirorê bi helîkopteran hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi derdorê ket û şewat hîn jî dewam dike.
11'ê Tîrmehê qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombebarankirin. Dîsa heman rojê qereqolên li ser sînor qada Çemço bi obusan û qada Saca jî bi balafirên şer bombardûman kirin. Ji ber vê êrişê tiştek bi hêzên me nehatiye."
ANF/BEHDÎNAN