- Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li Heftanîn û Xakûrkê lidar xistin de bi qasî hate zelalkirin 8 leşkerên Tirk hatine cezakirin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li Heftanîn û Xakûrkê lidar xistin de bi qasî hate zelalkirin 8 leşkerên Tirk hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla agahî dan:
27’ê Tîrmehê, gerîllayan Heftanînê li Girê Katosûlê ya devera Bektorya dagirker kirin hedef û çalakiyek kirin.
28’ê Tîrmehê hêzên YJA Starê li Girê Dûpişka li dijî dagirkeran du çalakiyên sekvaniyê kirin.
Heman rojê hêzên YJA Starê li Girê Şehîd Şîlan li dijî artêşa TC’ê 2 çalakiyên sekvaniyê kirin û 2 leşker hatin cezakirin.
Heman rojê hêzên gerîlla li Girê Şehîd Berxwedan ê li Xantûrê li dijî leşkeran çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin.
29'ê Tîrmehê, gerîllayan li dijî dagirkeran ên li Girê Lêlikanê ya herêma Xakurkê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 5 leşker hatine cezakirin.
Em ê tola Bamernê hilînin
26'ê Tîrmehê, balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker li Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê du wesayitên sivîllan bombe kirin. Di van êrîşan de sivîlên bi navê Dilovan Şahîn û Evdile Ehmed şehîd bûne. Dilovan Şahîn ê welatparêz û Evdile Ehmed ê ku pêşmergeyê Zêrevan bû, dijmin bi zanebûn kiriye hedef.
Di serî de malbaten her du welatiyên me yên ku hatine qetikirin, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û em sond dixwin, em ê xwîna welatiyên me yên sivîl ên ku hatine qetilkirin li erdê nehêlin."
ANF/BEHDÎNAN