HPG'ê diyar kir ku ji Dersimê heta Metînayê çalakiyên hewayî û bejahî yên gerîla yên li dijî dagirkeran dewam dikin. Hate ragihandin ku li Dersimê 2, li Metînayê jî 6 dagirker hatine cezakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da: “Di çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' de ji Dersimê heta Metînayê ji bejahî û hewayî ve çalakî dewam dikin. 9'ê Gulanê hêzên me li herêma Derekoy a navçeya Xozad a Dersimê yekîneyên dijmin ên li qadê xistin kontrola xwe û ji nêz ve lê dan û  2 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

Hêzên hewayî du caran lê dan

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; 9'ê Gulanê li herêma Metînayê ji hewayê ve bi awayekî serketî li dagirkerên li ser Girê Zendûra xistin.

10'ê Gulanê jî hêzên dagirker ên li ser Girê Zendûrayê ji hewayê ve bi awayekî serketî çalakî kirin.

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê

9'ê Gulanê, li herêma Metînayê dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya yê li qada Derarê ketin nava liv û tevgerê û dema xwestin darên li ser gir bibirin, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran. Bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve derbên giran li dagirkeran xistin û 6 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyên me Çekdar û Kûrtay bi rengekî fedayî bi ser dagirkeran ve çûn û dema xwestin çek ji ser cenazeyên dagirkeran rakin ketin şerekî giran. Di vî şerî de herdu hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Bombardumaneke giran

9'ê Gulanê, li herêma Garê derdora gundê Şikeftiya yê qada Meyrokê bi balafirên şer 7 caran hate bombekirin. Di vê bombardûmanê de hevrêyê me Çiya şehîd bû, hevrêyekî me jî birîndar bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Çiya wê piştre bên parvekirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan, helîkopter û balafirên şer di rojên navbera 9 û 10ʼê Gulanê de qadên herêma Metînayê, Avaşînê û Zapê bombarduman kirin.

ANF/BEHDÎNAN