8 çeteyên êrişkar hatin kuştin
Sêşem 28 Çile 2025 - 03:20
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî ya çalakiyên bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û gundewarê Minbicê, eşkere kir û wiha got:"Hêzên me di çarçoveya bersivdayîna rewa ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, pêr li eniya Pira Qereqozaqê bi çekên giran li nuqte û kombûnên çeteyan xist. Hêzên me li gundê Til Ereş, Girê Xwedê û gundê Um Rûs, li bendeke kontrolê û parkekê çalakî li dijî kombûn û nuqteyên çeteyan li dar xistin. Bi qasî hat tesbît kirin, tevî fermandarekî focê, 8 çeteyên girêdayî koma Cund El Heremên hatin kuştin û 13 çeteyên din birîndar bûn.
Yekîneyên Şehîd Harûn li Girê Xwedê û gundê Newroz 2 çalakî li dijî kombûn û erebeyên çeteyan li dar xistin. Di encama çalakiyê de erebeyek hat derbkirin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zanîn. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundên Xeseq, Melha, Ebû Qelqel û Şebaniye bombebaran kirin; li gundê Bîr Hiso jî 2 êriş pêk anîn. Di van êrişan de tu zerar çênebûn. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîs, moşek û hawanan tevahiya xeta eniya Pira Qereqozaqê bê serûber topbaran kir. Di vê topbaranê de gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Qereqozaq û Mehleyê hatin hedefkirin, lê zerar çênebûn.
10 sivîl birîndar bûn
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de gundên derdora Bendava Tişrînê, gundên başûrê rojhilatê Minbicê topbaran kirin; gundên Xerbe Zemala û derdora wê hatin bombebarankirin, di heman demê de bi dijwarî bi obîsan hat topbarankirin. Tevî dijwariya van êrişan jî lê zerar çênebûn. Di saetên pêşîn ên êvarî de, balafireke bê mirov sivîlên li bendavê bombebaran kirin, di encamê de 10 sivîl bi sivikî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi moşekên grad û topên hawnan eniya Dêr Hafirê topbaran kirin. Balafirên bêmirov du caran li nuqteyên hêzên me da. Di encamê erebeyek leşkerî bi sivikî derbe xwar. Yekîneyên Şehîd Harûn ku bersiv da, li kombûnên çeteyan xist û birîndarên çeteyan çêbûn. Liv û tevgera balaifrên keşfê li ser herêmê nesekinî."
ANHA