78 hezar bizmar û 5 hezar metre ta 

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Tîrmeh 2023 - 01:24

Dema şêwekarek portreyekî xêz dike yan jî çêdike, malzemeyên ku pêşî tên hişê mirov boyax û qelem in. Lê hinek hunermendên afirîner hene ku bi malzemeyên cuda jî dikarin portreyan çêkin. Ben Koracevîc ê li Londonê, bi ta û bizmaran portereyekî lîstikvan Cillian Murphy çêkiriye. Cillian Murphy ew lîstikvan e ku bi karakterê xwe yê Tommy di rêzefilmê “Peaky Blinders” de derket pêş û hat naskirin. 

Ben Koracevîc, ev çend sal in ku bi malzemeyên weke ta û bizmaran îllûstrasyonên rasteqîn çêdike. Ew demeke dirêj li ber karên xwe dixe. Karê wî yê dawî jî ji portreyekî bêhtir, peykerek e. Peykerekî ku bi ta û bizmaran hatiye çêkirin. Wî ji bo vî karê xwe 78 hezar bizmar bi kar anîn! 

Dema mirov berê xwe dide bizmarê li ser peykerî, mirov dibîne ku wî ev kar bi hostetî pêk aniye û peykerekî cihê afirandiye. Heta niha ji bo vî peykerî 5 hezar metre jî ta bikaraniye. Wî ev peykerê xwe di heman demê de bi awayekî sê ber jî sêwirandiye.

Ben Koracevîc portreyan bi hurgilî çêdike. Wî da zanîn ku piştî peykerê Cillian Murphy temam bû, ew dê bi reçîneya epoksî bipêçe û bi vî awayî li pêşangehan nîşan bide.

LONDON

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.