Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 77 roj in tu agahî nayên girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye revandin. Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn.

Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse. Rêveberiya Rojnewsê têkildarî rewşa Silêman Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

NAVENDA NÛÇEYAN