Tabloyê Piet Mondrian yê ku wî di sala 1941’an de çêkiribû ev 75 sal in ku berevajî dihat nîşandan. Piştî ev rastî eyan bû ji bo ku tablo bê nirx nebe û dîsa weke berê eleqe bîbîne dê dîsa berevajî were nîşandan.
Tabloyê bi navê “New York 1” yê şêwekarê Hollandayî Piet Mondrian ji sala 1941’an heta îro li muzexaneyê tê nîşandan. Lê ev 75 sal çêbûn ku ew li galerî û muzeyan berevajî tê nîşandan û kes hay ji vê rastiyê tine bû. Piştî ku hat xwestin tablo li Elmanya were nîşandan ev rastî derket holê.
Tablo ji rengên reş, sor, şîn û zer pêk tê. Ji xwe Piet Mondrain jî axlebî tabloyên razber çêkirine di wextê de û ev jî yek ji wan tabloyên wî yê razber e.
Kurator û Dîrokzana hunerê Susanne Meyer-Buser cara ewil ev rastî ferq kiriye û piştî wê ev rewş ferq kir ji raya giştî re got ku tablo heta niha bi awayekî şaş hatiye nîşandan.
Tabloyê Piet Mondrain dê li Elmanya were nîşandan lê ji ber ew bi salan berevajî hatiye nîşandan dê dîsa weke berê berevajî were nîşandan.
WESTFALEN