75 hezar ton genim hate wergirtin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:10

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Kantona Firatê Sewsen Daban têkildarî wergirtina genim ji ANF’ê re axivî.

Sewsen anî ziman ku di 1’ê Hezîranê de li her sê navendên depo yên kantona Firatê genim ji cotkaran hat wergirtin û got: "Ji 1’ê Hezîranê heta 11’ê Hezîranê cotkar berê xwe didin cihê Desteya Çandiniyê û dorên xwe yên dayîna genim digirtin. Standina genim jî li ser sê navendên sereke yê kantona Firatê bû; Rovî, Çelebî û Sirînê. Li Rovî û Sirînê genim bi torbeyan hat wergirtin, lê li Çelebiyê nehat wergirtin. Li Eyn Îsa beşekî Genim dihat Çelebiyê û beşek jî diçû navenda wergirtinê ya Kobiş a Reqayê. Me bi desteya çandiniyê ya Minbicê re jî peywendî danî û bi torbeyan genim ji wan re dişand. Heta 5’ê Tîrmehê li Kantona Firatê 75 hezar ton genim hatiye wergirtin. Heta niha jî wergirtin berdewame û heta hebek genimê dawî wê ji cotkar bê kirrîn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.