Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 70 roj in agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyekê got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevanî ye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de weke edîtor dixebite.
Rojnews’ê bang kir ku tavilê rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN