7 welatî şehîd bûne

Çarşem 17 Mijdar 2021 - 23:04

  • Rojnamevan Takor Zerdeşt dibêje, li gorî agahiyên wî heta niha 7 welatiyên Başûr ji ber sîlehên kîmyewî yên dewleta Tirk canê xwe ji dest dane. Ew dibêje, ji ber sîlehên kîmyewî zarok jî ji ber jinan diçin û bang li Kurdên li Ewrûpa dike da ku PDK´ê û dewleta Tirk teşhîr bikin.

 MURAT MANG

Dewleta Tirk li ber çavên dinyayê li Kurdistanê li hemberî gerîlayên azadîyê û xelkê Kurdistanê, çekên kîmyewî bi kar tîne. Rojnemevan û nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê, Takor Zerdeşt behsa tesîrên êrişên kîmyewî li ser xelkê Kurdistanê dike û dibêje, zarok di zikê dayika xwe de dimirin û mirî tên dinyayê. Di nava hefteyekê de, li taxeke Şêladizê 3 zarok mirî hatine dinyayê. Dîsa li gorî agahîyên wî, PDK ji bo birîndarên çekên kimyewî yên sivîl nexweşxaneyeke taybet vekiriye. Li vir 400 xelatî tên derman kirin û 7 ji van welatiyan jî heta niha canê xwe ji dest dane.
  
KDP birîndarên çêkên kimyewî vedişêre

Rojnamevan û nivîskar Takor Zerdeşt, li ser mijara bikaranîna çekên kimyewî li dijî Başûrê Kurdistanê agahiyên ji deverê bi me re per ve kirin. Li gorî lekolînên Takor Zerdeşt, gelek dever tên vala kirin û pîlaneke demdirêj dimeşe. Takor Zerdeşt li ser bikaranîna çekên kimyewî dibêje, "Insanên kû min peywendî li gel wan daniye li Nexweşxaneya Azadî, Nexweşxaneya Bêgova ya mintiqa Kanîmasî û Nexweşxaneya Tevarî ya Taybet a Dohokê ne. Ew dibêjin, pirr kesên ku bi çekên kîmyewî birîndar bûne, birine Nexweşxaneya Begovayê. Ji wan, rewşa 10 kesan pirr giran bûye. Ew 10 birindarên giran birin Zaxoyê. Ji Zaxoyê jî birin Dihokê. Tişta ku ji min re hatine gotin, ew e ku laşê wan şewitiye. Weke ku bi agir şewitîbin. Wan gotiye, teyara Tirka li me daye, lê teyarên Tirkan jî wiha nake. Ji ber ku birînên parçe û şarapnelan nebûn li ser laşê wan.

Ji Nexweşxaneya Dihokê kesekî bawerî pê bê, çavkaniya min e, wî got, ´êdî birîndarên kimyewî nayînine vir. Dibin Nexweşxaneya Tevarî´. Nexweşxaneya Tevarî beşek taybet vekirine, li vir çavderî li wan tê kirin. Li gorî agahîyekê, heta niha 7 kes li Nexwaşxaneya Tevarî mirine. Ew kes, ji cihên dûr hatine, ji deverên weke Şêladizê, Kanîmasî. Min kesek ji bo lekolînê şand wê derê. Pirr hewl da ku dîmen bigire, navê wan binivîse. Ew kes deşîfre bû û mecbûr ma, ji wir derkeve.

Piştî 2 rojan agahî hat ku li Nexwaşxaneya Tevarî ji kes nemaye. Ew birîndarên mayî ji wir derxistine û birine cihekî taybet.

Êdî ew cih nayê zanîn. Mixabin li heremê kesek nemaye ku li wir lêkolînê bike ji ber ku rojnamevan, aktîvîst hatin girtin. Ez jî nikarim ji cihe xwe derkevim ji ber ku min dişopînîn."

 Zarok mirî tên dinyayê

Li alîyê din, Takor Zerdest bal bire ser wê yekê ku van demên dawiyê, ji ber bikaranîna çekên kîmyewî, jinên bibar, zarokên xwe mirî tînin dinyayê. Ew dibêje, tenê li kolaneke Şêladizê beriya 15 rojan di nava hefteyekê de 3 zarok mirî hatine dinyayê. Takor Zerdeşt xwest mijar bê lêkolan û got, "Divê lêkolîn li ser bê kirin. PDK rêgirîyê dike. Destpêkê navê koronayê lê dikir. Bes derkete holê êdî di xizmeta Tirkan de her tiştî vedişêrin. PDK pirr bê şermanê vî karî dimeşîne. Her tiştî vedişerin."
 
Cîwan dibin penaber

Takor Zerdeşt anî ziman ku bi sedan welatî ji ber birînên çekên kîmyewî tên derman kirin. Takor Zerdeşt bal bire ser derxistina ciwanan ji heremê û got, "Birîndarên çekên kîmyewî ji gel vedişêrin. Em hewl didin hin belgeyan peyda bikin.

Mixabin gel hatiye tirsandin. Pirr ciwanan welatê xwe bi cih hişt, berê xwe dane Ewrûpayê. Ji ber wê jî peywendiyên me zêdê nemane. Ez dikarim bibêjim, ji mintiqa Şêladizê tenê bi hezaran ciwan çûye. Ciwanên ku ne razî, ên çalak ji vir derxistin. Yên mayî jî digirin. PDK her gava xwe li gorî gotin û pîlana dewleta Tirk dike."

Takor Zerdeşt dibêje, "Xelk her tiştî dizane û dibîne. Bêdengiya gel, nerazîbûn e" û dewama axaftina xwe balê dibe ser kemînên PDK´ê li dijî gerîla jî: "Li Kanîmasî û Metînayê, dewleta Tirk bi qest peşmerge kuştin. Gel bi vê dizane, di dema şehîdkirina hevalan li Xelîfanê de gel pirr bêdeng ma. Bêdengiya gel nerazîbûn e. Cenazêyên hevalan nadin. Dibe ku ew cenaze dabin dewleta Tirk. Jixwe, ji malbatên li Semelkayê ra dibêjin, herin cenazeyên xwe ji Tirkan bixwazin."
 
Civaka navneteweyî çima bi erka xwe ranabe?

Takor Zerdeşt bêdengiya sazîyên Ewrûpayê, Neteweyên yekbûyî, OPCW´yê qebûl nake û dibêje, "Sedam madeyên kîmyewî çênekiribûn, îro jî devleta Tirk, ew gazên kîmyewî çênekirine. Rola Sedam a 1988´an, îro Erdogan pê radibe.

Devletên ku pişta Sedam girtin, îro ji hevkarên devleta Tirk in. Ew sîleh li her derê qedexe ne! Bêdengiya wan dewletan erêkirin e. Divê em xîret bikin, di nav xwe de bibin hêzeke mezin û dengê xwe bilind bikin. Em di vê de qels mane. Divê ciwanên li Ewrûpayê bûne penaber, bên birexistinkirin. Divê ew ciwan rabin ser piyan. Divê bibêjin, sedema penaberiya me gazên kîmyewî ne, devleta Tirk a dagirker e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.