7 pakrewanên Girê Hekarî
Şemî 4 Adar 2023 - 00:19
- HPG´ê da zanîn ku Roza Kerboran, Rûken Kobanê, Hekîm Zana, Serhildan Kelasor, Nûman Amed, Karasûngûr Kanîreş û Serhed Hesekê fedaiyane şer kirine û şehîd bûne ji bo ku hêzên dagirker ên delweta Tirk ji Girê Hekarî yê li Metînayê bikin der.
HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 gerîlayên ku li devera Girê Hekarî ya Metînayê bi fedayane şehîd bûn eşkere kir û got: “Hevrêyên me Roza, Rûken, Hekîm, Serhildan, Nûman, Karasûngûr û Serhed bi ruhekî fedaî li gel şert û mercên giran ên zivistanê ji bo dijmin ji qadên dagirkirî derxin, bi biryardariyeke mezin şer kirin û şehîd bûn.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Di daxuyaniya xwe ya 5’ê Sibatê de me ragihandibû ku li qada Girê Hekarî ya Metînayê, li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de derbên giran li hêzên dijmin hatiye xistin. Me ragihandibû ku 7 hevrêyên me di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi îradeyeke mezin, bi biryardarî û ruhê fedaî şer kirin, şehîd bûne. Hevrêyên me yên şehîd bûn Roza Kerboran, Rûken Kobanê, Hekîm Zana, Serhildan Kelasor, Nûman Amed, Karasûngûr Kanîreş û Serhed Hesekê ne.
Ev lehengên me bi ruhekî fedaî ji bo dijmin ji qadên dagirkirî derbixin bi biryardariyeke mezin şer kir û şehîd bûn. Bila serê malbatên hêja yên van şehîdên me yên leheng û serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”
HPG´ê ji bo şehîd Roza Kerboran got, “Hevrêya me Roza jî li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li Torê ji dayik bûye. Hevrêya me Rozayê bi taybetî di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de şahidî li şerê bi fedaîtiyê yê gerîla kir. Li ser vî bingehî, wê sala 2016’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li qada Gabarê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Roza demeke kurt li Gabarê gerîlatî kir. Perwerdeya xwe ya destpêkê li Heftenînê kir. Li herêma Heftenînê derfet dît ku hişmendiya azadiyê ya jinê bêhtir bi pêş ve bibe. Gava ku dijmin êriş bire ser Heftenînê, bêdudilî kete çeperên şer û ji bo derba giran li dijmin bixe, beşdarî gelek çalakiyan bû.
Li hemberî êrişên dijmin ên ku ji sala 2021’ê ve li qada Metînayê dest pê kirin, her tim bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin, piştî şehadeta her hevrêyekê/î zêde kir. Agirê tolhildanê ku di dilê wê de bû mîna pizot û dixwest vî agirî veguherîne çalakiyeke mezin û di çalakiya li ser Girê Hekarî keysa xwe li vê yekê anî. Wê di çalakiya 2’ê Sibata 2023’yan de weke fermandara baskê çalakiyê wezîfe kir. Hevrêya me Roza bi îradeyeke xur a Apoyî û biryardariyeke mezin, tedbîrên dijmin hemû têk birin, xwe gihand heta çeperên dijmin û derbên giran li dijmin xistin.”
HPG´ê ji bo şehîd Rûken Kobanê got, “Hevrêya me Rûken li bajarê Kobanê li nava malbateke ji eşîra Kêtikî ji dayik bû. Sala 2014’an di pêvajoya Berxwedana Kobanê de derfet dît ku Apoyiyan ji nêz ve bibîne û nas bike. Ew tevlî qadên pratîkê bû, li Zagrosan gerîlatî kir. Piştî pratîka 5 salan a gerîlatiyê, 2 salan tevlî karên akademiyê bû, di vê demê de xwe bêhtir şareza kir.
Hevrêya me Rûken li her qada ku lê dima bandoreke mezin li hevrêyên xwe dikir û di sala 2022’yan de bi rengekî çalak tevlî berxwedana li dijî dagirkeran bû. Ew tevlî çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî bû, derbên giran li dagirkeran xist û cihê xwe di çalakiya dawî de girt, li refên herî pêş bi ser dijmin ve meşiya û bi lehengî şehîd bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Hekîm Zana got, “Hevrêyê me Hekîm li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya ser bi Mêrdînê ji dayik bû û mezin bû.
Sala 2014’an dema ku DAIŞ’ê û dûvikên wê bi destê dewleta Tirk a qirker, faşîst êrişî gelê Kurd kirin û komkujiyên mezin kirin, weke yek ji bi hezaran ciwanên Kurd ên bi rûmet bi hawara gelê xwe ve beziya. Di şerê li dijî paşverûtiya DAIŞ’ê de wezîfeya xwe serketî bi cih anî, pê hesiya ku divê ji bo azadiya gelê me bêhtir têbikoşe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Hekîm li herêma Metînayê dest bi pratîka gerîla kir. Dema ku dewleta Tirk a dagirker 14’ê Nîsana par dest bi operasyonên dagirkeriyê kir, hevrêyê me Hekîm bû yek ji wan hevrêyan ku destpêkê li eniya herî pêş bersiv dan êrişan. Hevrêyê me Hekîm di nava serma û berfa bi metreyan bilind de ya ku ti mirov nekarî çend deqeyan jî lê îdare bike, tevî hevrêyên xwe bi ser dijmin ve meşiya û îspat kir ku rêbaz û taktîka gerîla ya dema nû, wê serketinê bi xwe re bîne.”
HPG´ê li ser şehîd Serhildan Kelasor jî wiha nivîsî: “Hevrêyê me Serhildan li navçeya Siwêreg a Rihayê, li nava malbateke cotkar a eşîra Îzolî ji dayik bû. Ew sala 2014’an, dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êriş bire ser Kobanê, tevlî nava refên têkoşînê bû. Weke kedkarekî tenduristiyê xizmet da hevrêyên xwe û gelê xwe, birîn pêçan, kir ku rehet bibin, her tim bi wê têgihiştinê tevgeriya ku xizmeta li gel û hevrêyan xizmeta li şoreşê ye.
Bi biryardarî tevlî nava perwerdeya akademiyê bû, bû pispor, di taktîkên gerîlatiya serdema nû de kûr bû û weke fermandarekî gerîla yê profesyonel cihê xwe li eniya şer wergirt. Hevrêyê me Serhildan di heman demê de bi rengekî çalak tevlî şerê li tunelan bû, li dijî dijmin şer kir, tevî ku gelek caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş lê hate kirin jî ti carî ji helwêsta xwe ya berxwedêr tawîz neda. Hevrêyê me Serhildan bi tevlîbûna xwe ya bi her awayî, li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ji her alî ve pêşengî kir.
Di çalakiya dawî de jî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ku lê şehîd bû, bi biryardarî û lehengî şer kir, bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve meşiya û şehîd bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Nûman Amed got, “Hevrêyê me Nûman li Amedê ji dayik bû. Wî sala 2015’an xwe gihand çiyayên qedîm ên Kurdistanê û beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Piştî perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê derbasî herêma Avaşînê bû. Piştî tecrûbeya li Avaşînê, ew derbasî herêma Metînayê bû û li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî bi rêbaza şerê bi bandor hate naskirin. Hevrêyê me Nûman bi rengekî çalak tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû, ji bo berfirehkirina rêbaza tîm ê bi tevger, kedeke mezin da. Timî dilsozê xeta hevrêtiyê ya pîroz a PKK’ê bû. Di nava şert û mercên herî giran de bêdudilî bi ser dagirkeran ve çû û bû milîtanê xeta serketinê.”
HPG´ê ji bo şehîd Karasûngûr Kanîreş jî got, “Hevrêyê me Karasûngûr li Çewlîgê li Kanîreşê ji dayik bû. Hevrêyê me Karasûngûr, sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû û bersiva herî mezin û bi wate da dagirkeran. Hevrêyê me Karasûngûr dema ku artêşa Tirk a mêtinger sala 2020’î êriş bir ser Heftenînê, li eniya herî pêş cih girt û li dijî dagirkeran şer kir. Gava ku li ser Metînayê êrişa dagirkeriyê dest pê kir, careke din xwest ber bi qadên şerê giran ve biçe, bi tecrûbeya xwe li Metînayê derbên giran li dagirkeran xistin.”
HPG´ê ji bo şehîd Serhed Hesekê jî got, “Hevrêyê me Serhed li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Wî sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Serhed li qada Zapê dest bi gerîlatiyê kir. Bi perwerdeyan rastiya Rêbertiyê û PKK’ê ji bo gelê me wateya wê û dîroka gel û Partiya me baştir fêm kir. Ji sala 2015’an ve li dijî êrişên dijmin li Zapê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê, her tim li çeperên herî pêş şer kir û derbên giran li dijmin xistin. Herî zêde li qadên Hekarî û Çarçêlê maye û li van qadan di amadekariyên ji bo şerekî pêkan de, ked daye.
Bûye yek ji pêşengên me ku li hemberî êrişên dijmin ên sala 2022’yan li ser qada Girê Heariyê, pêşengî ji berxwedanê re kiriye. Hevrêyê me Serhed roja 2’ê Sibata 2023’yan tevlî çalakiyên li Girê Hekarî li dijî çeperên dijmin bû û her cure fedakarî kir ji bo dijmin ji deverê bike der.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîdên 2´yê Sibata 2023´yan li Metînayê şehîd bûn, li jêr in:
*Roza Kerboran (Buşra Aktaş) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Pervîn û Alî.
* Rûken Kobanê (Buşra Besrawî) ya li Kobanê ji dayik bûye, keça Xanim û Xişman.
* Hekîm Zana (Kanî Sakîn) yê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Rûkiye û Alî.
* Serhildan Kelasor (Alî Fener) ê li Rihayê ji dayik bûye, kurê Hatîce û Hasan.
* Nûman Amed (Zana Savûran) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Şemsîhan û Kûdbettîn.
* Karasûngûr Kanîreş (Zubeyîr Teymûroglû) ê Çewlîgê ji dayik bûye, kurê Hayriye û Paşa.
* Serhed Hesekê (Îsmaîl Hasan Îbrahîm) yê li Hesekê ji dayik bûye, kurê Îlham û Hesen.
BEHDÎNAN