- Li Xakurkê 4 li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di van çalakiyan de 4 leşker hatin cezakirin. Li Geverê jî di şer de 3 leşker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de qala encamên şer kir.
“22’ê Tîrmehê, li dijî dagirkerên di navbera girên Lêlikan û Kevortê ya Xakurkê çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin, 3 leşker jî birîndar bûn.
19’ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker li qada Gezrê ya Mergêzerê ya Gevera Colemêrgê ket nava tevgerê. Di navbera hêzên dagirker û gerîlla de şerekî giran qewimî. Di şer de 3 leşker hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn.
ANF/BEHDÎNAN