7 girtiyên li Hepsa Tîpa T a Şirnexê xwestin biçin Hepsa Tipa F a Ewlehiya Bilind a li Girava Îmraliyê. Yanî dixwazin biçin hepsa ku Rêber Abdullah Ocalan lê dîlgirtî ye.
Girtiyan daxwazname dan û doza sewqa xwe kirin. Li gorî agahiyên ku parêzerên girtiyan dayî, girtiyan ji bo sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê bên kirin, daxwazname dane rêveberiya hepsê.
Girtî Osman Fîdan, Abdulbasrî Ekîcî, Salîh Kutlu, Hakan Kutlu, Abdulkerim Sevînç, Mahsun Guçlu û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn, daxwazname dan rêveberiya hepsê û sewqa xwe xwestin. Berê jî ji Hepsa Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê 78 girtiyan daxwazname dabû û xwestibûn biçin Îmraliyê.
ŞIRNEX