- Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Sêrt û Heftanînê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, wesayitek jî hate îmhakirin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Sêrt û Heftanînê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, wesayitek jî hate îmhakirin.
Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de hêzên gerîla 21'ê Îlonê li qada Bektoryayê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Şîlan çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.
Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navçeya Dihê ya Sêrtê, di navbera gundên Gîver û Bûzikrayê de leşkerên Tirk ên dagirker ên rê çêdikirin demekê kontrol kirin û piştre 20'ê Îlonê danê êvarê bi rêbaza sabotajê çalakiyeke serketî kirin. Di vê çalakiyê de wesayita dijmin bi temamî hate îmhakirin, 6 leşkerên Tirk a dagirker hatin cezakirin.
2 şehîdên Bestayê
14'ê Îlonê danê nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Gîvara ya herêma Besta ya Şirnexê barandin. Di encama êrişa hewayî de hevrêyên me Hogir Muhammed bi nasnav Laleş Koçer ê li Qamişlo ji dayik bûyî û Seyîthan Akcan bi nasnav Zerdeşt Rêber ê li Sêrtê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Hevrêyên me Laleş û Zerdeşt bi têkoşîna xwe û vîna xwe ya qewîm her demê wê weke lehengên nemir ên Kurdistanê werin bibîranîn."
ANF/BEHDÎNAN