Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 7 dagirker hatin cezakirin, 1 mewzî û 1 kameraya mobeseyê hatin îmhakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirker ên Tirk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me yên YJA Starê di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê; 16ʼê Hezîranê li qada Şehîd Bêrîtan a li Girê Koordîne li dijî dagirkeran çalakiya gerîla ya bi koordîne hatiye kirin. Di çalakiyê de 3 dagirkerên di mewziyê de hatine kuştin û mewzî bi temamî hatiye rûxandin. Piştre kamera li ser gir bûye hedef û hatiye îmhakirin.

Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê; 14'ê Hezîranê li qada Kêstê li dijî wan dagirkeran ku xwestin li tûnelên şer bi cih bibin çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hatiye cezakirin, 1 dagirker jî birîndar bûye.
16'ê Hezîranê li Tengava Milîtanê dagirkeran dema ku hewl dida pergala radarê deynin hêzên me ew kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hatiye cezakirin, 1 jê birîndar bûye.

Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê; 16'ê Hezîranê li sirtên Kanî Gayê dagirker hatine kontrolkirin. Di çalakiya li dijî van dagirkeran de bi kêmanî 2 dagirker hatine cezakirin.

Li qadên Avaşîn, Metîna û Zapê tevgera helîkoptêran çêbûye û bi helîkoptêrên êrîşê û qereqolên li ser sînor qad bi obûs û hawanan hatiye bombekirin."

ANF/BEHDÎNAN