• Ji fermandarên QSD’ê Heqî Kobanê, bîlançoya destpêkê ya operasyonên lêgerînê yên li bajarê Hesekê eşkere kir û destnîşan kir ku gelek çete hatine girtin û 7 çete jî hatine kuştin.

Ji fermandarên QSD’ê Heqî Kobanê, bîlançoya destpêkê ya operasyonên lêgerînê yên li bajarê Hesekê eşkere kir û destnîşan kir ku gelek çete hatine girtin û 7 çete jî hatine kuştin.

Heqî Kobanê ragihand ku operasyonên lêgerînê di 26'ê Çileyê de dest pê kirin û heta niha jî dewam dikin. Wî got, "Hêzên me hîna li taxên bajarê

Hesekê hemûyan li şaneyên DAIŞ'ê û yên ku ji girtîgeha Sînaa reviyane û di malan de xwe vedişêrin, digerin.”

Heqî Kobanê da zanîn ku armanca operasyonên lêgerînê, ne tenê bidawîkirina şaneyên DAIŞ'ê ye, di heman demê de eşkerekirina aliyên ku piştgiriyê didin wan e.

Fermandarê QSD'ê wiha dewam kir: "Operasyonên lêgerînê li gorî agahiyên îstixbaratê yên hêzên me, Hêzên Ewlekariya Hundir û agahiyên ku ji şêniyan hatine girtin, pêk tên."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di operasyonên lêgerînê yên li nava bajarê Hesekê de, Hêzên Antîterorê, Hêzên Ewlekariya Hundir û Hêzên Parastina Civakî beşdar dibin.

Heqî Kobanê destnîşan kir ku ev tevî operesyonên lêgerînê, civînan bi şêniyên taxan re li dar dixin û tê de armancên wan tên şirovekirin.         

Fermandar Heqî Kobanê got, ji 27'ê Çile heta 31'ê Çile, gelek gumanbarên di nav DAIŞ'ê, hatine girtin û 2 ji wan jî kesên ku ji girtîgeha Sînaa reviyabûn e û li gel 2 çeteyên din jî kemberên teqîner hatine girtin û 7 çete jî hatine kuştin.

HESEKÊ