60-70 hezar kes kirin xwendeyên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tebax 2022 - 22:24

  • Mamoste û dersdar li Rojhilatê Kurdistanê bi dilxwazî dersên Kurdî didin zarok û mezinan.

Mamoste û dersdar li Rojhilatê Kurdistanê bi dilxwazî dersên Kurdî didin zarok û mezinan.

Tevî ku destûra dewleta Îranê mafê perwerdeya zimanê dayikê ji 43 salan ve dide jî, hîna ev maf li Rojhilatê Kurdistanê nehatiye bicihkirin. 

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, nexasim li bajarên weke Îlam,Kirmaşan, Sine û Urmiyeyê mamosteyên dilxwaz û xwebexş wan kesên ku hez dikin hînî Kurdî bidin, hîn dikin. 

Li Sinê Instîtuya Razha yek ji wan navendan e ku dersên Kurdî dide. Ji 17 salan ve ew dersê dide û heta niha bêhtirî 60 hezar kes hînê Kurdî yan jî xwendin û nivîsandina Kurdî kirine. Yek ji rêveberên vêdezgehê gava ji kanaleke televîzyonê ya li Başûr re peyivî, got, hejmara kesên wan xwende kirine, dibe ku bigihîje 80 hezarî jî.

Hejmara kesên bi Kurdî xwendene li Rojhilatê Kurdistanê niha qederê ji sedî 50 t texmînkirin. Yanî meyla hînbûna Kurdî, xwendebûna bi Kurdî hebe jî, hîna nîvê xelkê bi zimanê xwe ne xwende ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê hem gelek mamoste bi dilxwazî dersan didin û hem jî gelek dê û bav amade ne zarokên xwe û heta xwe jî li dersên Kurdî qeyd bikin. Ev jî cihêtiya sereke ye ji Bakurê Kurdistanê; lewma mamosteyên amade ne bi dilxwazî û xwebexş kar bikin kêm in û dêûbavên ku amade zarokên xwe û xwe li van dersan qeyd bikin, nisbeten kêmtir in. Jixwe, Bakurê Kurdistanê gelekî dûr e ji rêjeye ji sedî 50 a xwendebûna bi Kurdî.

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.