6 şehîdên Heftenînê

În 19 Mijdar 2021 - 23:01

  • HPG'ê nasnameyên 6 hevrêyên xwe yên şehîd eşkere kirin.

HPG'ê nasnameyên 6 hevrêyên xwe yên şehîd eşkere kirin û got, "Hevrêyên me Arjîn, Sozda, Berjîn, Aso, Kûrtay û Kandîl li meydana şer her yek ji wan bû destaneke azadiyê. Em soz didin ku berxwedana wan lehengan mezin bikin." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, "7'ê Tîrmeha 2021'ê li nêzî gundê Kêsteyê, di bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Arjîn, Sozda, Berjîn, Aso, Kûrtay û Qendîl şehîd bûn. Her 6 hevrêyên me pêşengî ji Berxwedana Cenga Heftenînê re kirin, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Heftenînê bi roleke girîng rabûn û derbên giran li dijmin xistin. Van hevrêyên me li dijî mêtingeriyê ji bilî berxwedanê pîvaneke din qebûl nekirin.

Em soza xwe ya ji bo hevrêyên xwe yên leheng dubare dikin ku berxwedana wan ji me re hiştine mezintir bikin."

Agahiyên li ser nasnameyê gerîlayên şehîd jî wiha hat eşkerekirin:

- Arjîn Cizîrî (Fatma Turk) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Sahiye û Hamît

-  Sozda Vorîn (Nûr Kizil) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Cemîle û Mehmet Salîh

- Berjîn Zenda (Ayşe Demîr) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Ziyana û Mehmet

-  Aso Zagros (Melîk Altin) ê li Stenbolê ji dayik bûye, kurê Îrem û Mehmet Raîf

-  Kûrtay Bêstûn (Mûhammed Suphanî) ê li Kamyaran ji dayik bûye, kurê Vîda û Vahîd

- Qendîl Zap (Şervan Îbrahîm Mehdî) ê li Amûdê ji dayik bûye, kurê Selva û Îbrahîm

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.