• Çalakiyên li dijî buhabûnê yên li herêmê jî dewam dikin. Firinedarên Silêmaniyê jî ji îna bihurî ve her li ser piyan bûn û hişyardikirin.

Hefteya bihurî li Başûrê Kurdistanê, nexasim jî li Silêmaniyê firinedaran xwepêşandan kiribûn û gotibûn, heger mesrefên wan kêm nebin, rayedar tiştekî nekin, ew ê 6 nanan bi hezar dînarî bifiroşin. Heta niha 8 nan bi hezar dînarî bûn. Axir hem ji ber zêdekirina bacê û hem jî ji ber bihabûna ard û sotemeniyê, firinedaran ev biryar li Silêmaniyê da.  

Çalakiyên li dijî buhabûnê yên li herêmê jî dewam dikin. Firinedarên Silêmaniyê jî ji îna bihurî ve her li ser piyan bûn û hişyardikirin.

Welatiyê bi navê Umer Mihemed li Silêmaniyê xwediyê firineke nan e. Umer got, ji îro û pê ve ew ê 6 nanan bi hezar dînarî bifiroşin: “Ji ber nirxê ard giran bûye, ji neçarî em ê wisan bifiroşin. Heger wisan dewam jî bike, wê girantir bibe.”

Beriya niha her kîsê ard bi 25 hezar dînaran bû, niha kîsek ard ji 35 hezarî jî bûye 50 hezar dînar.

Beriya niha her 8 nan bi hezar dînarî dihatin firotin û her nanek 110 gram bû. Lê niha ji ber bihabuna ard û sotemeniyê, 6 nan bi hezar dînarî tên firotin û her nan êdî 100 gram e.

ROJNEWS/SILÊMANÎ