Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku di çarçoveya pêngavên şoreşger ên dijî dewleta Tirk a dagirker de li Metîna û Xakurkê 6 dagirker hatine cezakirin. HPG'ê  got, çalakî di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de pêk hatine. Li gorî daxuyaniyê li Metînayê 3 û li Xakurkê jî 3 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna; 7'ê Tîrmehê saet 19:30'an li Girê Koordîne çalakiyek dijî dagirkeran hat kirin. Baskê pêşî yê çalakiyê mewziya ku 2 dagirker tê de bûn kir hedef, mewzî rûxand û 2 dagirkerên li mewziyê ceza kirin. Baskê duyan ê çalakiyê mewziyeke din a li ser gir kir hedef, mewziya ku bûyî hedef hat rûxandin û 1 dagirkerê li mewziyê hat cezakirin.

Di vê çalakiya bi taktîka gerîlayê serdema nû de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 mewzî bi temamî hatin rûxandin.

Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Xakurkê de; 7''ê Tîrmehê saet 08:30'an li Girê Şehîd Şervan ê Lêlikanê li dijî dagirkeran çalakiyek hat kirin. Di çalakiyê de mewziyekî dijmin ê li ser gir hat rûaxandin û 3 dagirker hat cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran windahiyên xwe bi wesayitên sivîl ji deverê rakirin."

BEHDÎNAN