6 dagirker hatin cezakirin 

În 22 Çile 2021 - 02:34

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' li dijî qereqola Newa ya li Şemzînanê çalakiyeke sabotajê kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya ku 19'ê Çile li Şemzînanê hate kirin daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:"Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' hêzên me 19'ê Çile li herêma Gerdiya ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî nîzamiyeya qereqola Newayê çalakiyeke sabotajê ya serketî li dar xistin. Hêzên me piştî ku dagirkerên li qereqola Newayê ji bo demekê şopandin, xistin kontrola xwe. Hêzên me ku tespît kirin, dagirker bi roj diçin nîzamiyeyê, bi şev jî jê derdikevin, teqemenî li vê çepera dagirkeran bi cih kirin. Piştre jî 6 dagirker hatin li vê çeperê bi cih bûn. Hêzên me jî teqemeniya ku bi cih kiribûn bi rengekî serketî teqandin û 6 dagirker ceza kirin. Kes ji dagirkeran nefilitî."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.