Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Heftenînê operasyoneke şoreşgerî kirine û di encamê de 6 çeperên dagirkeran tevî dagirkerên tê de îmha kirine. Di çalakiyên 30 û 31´ê Cotmehê de herî kêm 11 dagirker hatin kuştin.  

HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de; li devera Keşanê ya herêma Heftenînê, 30'ê Cotmehê saet di 07:00 de hêzên me ji du baskan ve li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke koordîneyî kir. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li 3 çeperên dagirkeran da. Her sê çeper tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî ketin nava çeperên dagirkeran û li konên dagirkeran dan. Bi destpêkirina çalakiyê re dagirker ji ser gir reviyan û li derdorê belav bûn. Çepereke hawanê û hawana 60 mm'yî, çepereke BKC û çeka BKC, çepera çavdêriyê û du konên ku malzemeyên leşkerî tê de bûn bi temamî hatin îmhakirin.
Baskê destpêkê yê çalakiyê çû ser 2 cenazeyên dagirkeran û çekek bombeavêj ji ser dagirkeran rakir. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî çû ser 4 cenazeyên dagirkeran û 3 çekên ferdî ji ser dagirkeran rakirin. Girê ku dagirker li ser bi cih bûbûn û çeperên li ser vî girî bi rengekî serketî hatin îmhakirin. Di pêvajoya vekişînê de hevrêyekî me birîndar bû. Hêzên me yên ku xwestin hevrêyê me yê birîndar bi selametî ji qadê derxînin, şerekî giran li dijî dagirkeran kirin. Agahiyên li ser encama vî şerî wê piştre bi berfirehî bêne parvekirin.

Di operasyona şoreşgerî ya serketî de ku hêzên me li Heftanînê kirin; 6 çeperên dijmin tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin, çepereke hawanê û hawana 60 mm'yî, çepereke BKC û çekek BKC, çepereke çavdêriyê û du konên ku malzemeyên leşkerî tê de bûn hatin îmhakirin. Çekek bombeavêj û 3 çekên ferdî ji ser dagirkeran hatin rakirin. Hêzên me çûn ser 6 cenazeyên dagirkeran, lê belê hejmara zelal a dagirkerên hatin cezakirin nehate tespîtkirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin hîn zêdetir e.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; êvara 30'ê Cotmehê li derdora gundê Dayîlan ê navbera Girê Lêlîkan û Girê Kevortê yên Xakurkê, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran. Ji nêz ve bi bombeyan û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirkeran tevî hêzên PDK'ê li derdorê dest bi operasyoneke hevpar kirin. Ev operasyon piştî rojekê bêencam bi dawî bû.

31'ê Cotmehê saet di 14:00 de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li derdora Girê Koordîne, hêzên me yên YJA Starê ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî kir. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji cihekî nêz ve li birca çavdêriyê xist, wan 2 dagirker ceza kirin, birca çavdêriyê jî îmha kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li 2 sîstemên kamera yên mobesse, sîstemeke ronîkirinê, paneleke rojê û projektoreke dagirkeran xist û ew îmha kir.

26'ê Cotmehê li herêma Avaşînê li devera Stûnê, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de li derdora gundê Kiyê şerekî giran qewimî. Hevrêyê me Rûmet Cîlo yê ku di vî şerî de bi giranî birîndar bû, bi birîndarî kete destê dagirkeran. Hevrêyê me ji ber sekna milîtanî ya Apoyî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi êşkenceyê hat şehîdkirin."

Nasnameya gerîlayê şehîd wiha hat ragihandin: 
* Rûmet Cîlo (Mûhammed Hiso) yê li Efrînê ji dayik bû, kurê Sûzan û Ferîd.

BEHDÎNAN