56 caran êrişê çeperên gerîla kirin

Duşem 20 Sibat 2023 - 16:31

Artêşa Tirk a dagirker 56 caran ji bejahî û hewayî bombe li qadên gerîla barand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha tê gotin;

"Artêşa Tirk a mêtinger, bi teknîka giran êrişên li dijî Gerîlayên Azadiyên Kurdistanê dewam dike, ku gerîla di pozîsyona parastinê de ye. Hêzên me li ser bingeha parastina rewa bersiv da mêtingeran û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Qadên ku hêzên me lê ne 10 caran bi balafirên şer, 46 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.

Li herêma Zê (Zapê)

19'ê Sibatê saet di 11:30'î de, dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan êrişê û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

19'ê Sibatê qada Werxelê, Geliyê Balinda û derdora Wargeha Şehîd Rêber, her wiha li Garê Gundê Girê, Gundê Bîrkiyetê û quntara Girê Xêrê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û nêzî gundê Sîda û qada Çemço, çeperên me yên berxwedanê 46 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.