Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El-Ebdulah diyar kir, 55 hezar derziyên vîrusa Koronayê derbasî herêmê bûne û got ev derzî ku li hember pêla çaremîn a vîrusê têrê nake.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber zêdebûna hejmara pêkhateyên vîrusa Korona (Covid-19) qedexeya giştî ragihand. Desteya Tenduristiyê gelek tedbîrên pêwîst girt.
Desteyê bi rêxistina tenduristiyê re û bi koordînaya Heyva Sor a Kurd peymanek îmze kir da ku derziyên vîrusa Koronayê derbasî herêmê bike.
Di vê çarçoveyê de Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El-Ebdulah diyar kir ku 55 hezar derzî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.
El-Ebdullah wiha domand: “Ev derzî têrê nake. Ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusê zêde dibe. Ji ber wê jî desteyê staratjiyek ji bo danyîn a derziyan danî. Beşe yekemîn ji bo kadroyên tenduristiyê bû. Ji ber ku ew zêdetir danûstandinê bi nexweşan re dikin.”
Mehmûd El-Ebdullah diyar kir ku kesên temen mezin ên ku nexweşiyên dil, tensyon û şekir bi wan re hene hatin derzîkirin û got, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 navend ji bo dayîna derziyan hatine diyarkirin.
RAQA