505 hefte li pey xwe hişt

Sêşem 22 Sibat 2022 - 22:24

  • "Dewletên ku hevkarê dîlgirtin û tecrîda Rêberê me ne, vê hevkariya xwe ya li dijî gelê Kurd her roj nîşan didin."

Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 505'an de dewam dike.

Di hefteya nû ya çalakiyê de endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bodensee û Ûlmê dest bi nobedê kirin. Ahmet Baytar, Mûstafa Polat û Alî Donmez di nava koma nû de cih digirin.

Ahmet Baytar bi navê komê axivî û got, "Dewletên ku hevkarê dîlgirtin û tecrîda Rêberê me ne, vê hevkariya xwe ya li dijî gelê Kurd her roj nîşan didin." Ahmet Baytar bal kişand ser girîngiya çalakiya nobedê ku 10 sal in dewam dike. Baytar destnîşan kir ku çalakiya nobedê ya ku 505 hefte ne bi biryardarî dewam dike, nîşaneya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e û got, Kurd wê li her derê ji bo Rêbertî û azadiya xwe têbikoşin.

STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.