Li gelek deverên cîhanê û Kurdistanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngavek hat destpêkirin. Ew ê li Ewropayê di 9'ê Cotmehê de pêngava hatiye destpêkirin wê bi çalakiyan were meşandin. Derbarê çalakî û bernameyan de Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumrut ji nûçegihana ajansa JINNEWS'ê Melek Avci re axivî. Zubeyde, diyar kir ku ji 9'ê Cotmehê heta niha 25 sal in Gelê Kurd têkoşîneke bê navber dide meşandin û got:"Li hemberî komployê û ji bo azadiya Serokatiyê têkoşînek hat dayîn. Gelê Kurd, jin, ciwan û gelên din di nav berxwedanê de bûn. Îsal 9'ê Cotmehê ji bo me salekî dîrokî ye. Divê gaveke dîrokî derkeve holê. 2 sal û nîv e ji Îmraliyê agahî nayê girtin. Ji ber vê sedemê 9'ê Cotmehê dîrokî ye û divê li gorî rola dîrokî çalakî û bername bên lidarxistin."
Pîlansaziya 9’ê Cotmehê hate kirin
Zubeyde, bal bire ser çalakiyên ku tên lidarxistin:“Li gelek bajarên Ewropayê hem mîhrîcanên jinan û hem jî mîhrîcanên giştî di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin. Di demên dawiyê de meş û çalakiyên ku tên pêkanîn de her tim azadiya Serokatiyê tê ziman. Em ber bi 9'ê Cotmehê ve diçin û her roja ku derbas dibe jî tecrîd tê girankirin û agahî jê nayê girtin. Li dijî faşîzma Tirkiyeyê û pergala îşkenceya dewletê ya li Îmraliyê, li qadan divê rêxistinbûneke xurt pêk bê. Wek saziyên li Ewropayê demek dirêj e plansaziya 9'ê Cotmehê tê kirin. Tecrîd û teslîmkirina Serokatiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê biryara Tirkiyeyê ye. Em li navenda ku tecrîd tê birêveberin de dijîn. Bênefes hiştina kurdan a bi rêya tecrîdê de divê di hêla wicdanî de neyê qebûlkirin."
Li 74 navendan çalakî hene
Zubeyde, destnîşan kir ku wê di 10'ê Cotmehê de li Starsburgê starta çalakiyan bidin:"Divê êdî bi girseyî li qad û kolanan bersivek bê dayîn. Li Ewropayê hêzeke rêxistinî ya kurdan heye. Li her deverê cîhanê Kurd dê li qadan bicivin, di vê çarçoveyê de plansazî û xebat hatin kirin. Ji bo encameke xurt bê girtin hemû rêxistinên me seferber bûn. Bi ruhê seferberiyê ji bo azadiya Serokatiyê niha hewldaneke mezin heye. Li gelek welatan dê meş bên lidarxistin û di dawiya meşê de jî dê mîtîng bên lidarxistin. Dê kurd û dostên kurdan tevlî wan mîtîngan bibin. Ji bo azadiya Serokatiyê dê pêngavek bê destpêkirin. Em ê starta vê pêngavê di 10'ê Cotmehê de li Starsburgê bidin. Her wiha di heman demê de Serokatiya me dikeve 74 saliya xwe û wê li 74 deverê dê çalakî bên lidarxistin.
Zubeyde, da zanîn ku xebatên ji bo çalakiyê didominî: "Ew ê di 10'ê Cotmehê de li Strasburgê bi tevlîbûna 500 kêsî nobetê bigirin û ev nobet wê 4 rojan bidome. Her wiha nobeta me wê li ber Konseya Ewropayê pêk bê. Ji xwe li Konseya Ewropayê xebatek heye û em ê dengê xwe bighînin wan û bêjin 'Hevkariya sûc a ku Tirkiye pêk tîne nekin'. Ew ê çavên cîhanê li vir be û em ê wek sazî û gelê Kurd Serokatiya xwe azad bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN