50 şagirtên hunerê derçûn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Îlon 2024 - 00:57

Dibistana Hunerî ya Havînê ya Dêrikê bawernameyên derçûnê li 50 şagirtên xwe piştî dewreya 3 mehan, belav kirin.

Dibistana Hunerî ya Havînê ya Dêrikê ji bo bidawîbûna dewreya perwerdê ya mûzîk û şanoyê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bawername li şagirtên derçûyî hatin belavkirin. Şahî li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hat organîzekirin.

Di şahiyê de bi dehan xelkê Dêrikê beşdar bûn. Dûre koma Zarokan a dibistanê stran pêşkêş kirin. Piştre hevserokê Tevgera Mezopotamya ya Çannd û Hunera Demokratîk Xelîl Tehlo bal kişand ser pêwîstiya perwerdekirina zarokan û ciwanan da ku behreyên wan werin bipêşxistin û nifşekî hezkiriyê jiyanê were gihandin.

Her wiha ciwanên Dibistana Hunerî ya Havînê şanoyek pêşkêş kirin. Li kêlek wê jî kurtefîlmek li ser çalakiyên dibistanê hate nîşandan.

Şahî bi xelatkirina bewernameyan li derçûyan bi dawî bû.

ANHA/DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.