Piştî ku li herêma Behdînan nerazîbûna welatiyan li dijî sîstema hikumraniya Herêmê û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr zêde bû, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) wek desthilata yekem a li deverê dest bi pêla girtinan kir. Navendên asayîşê yên Malta, Serhildan û Xebat tije kirin ji kesên nerazî û çalakvanan.
Bi dehan rojnamevan û çalakvanên devera Behdînan bi sedema tevlî xwepêşandanan bûne û dîmenên xwepêşandanê girtine ji aliyê asayîşa Dihokê ve hatin girtin û hîna hinek ji wan di girtîgehê de ne.
Hinek ji kesên hatine binçavkirin tevî ku ti behaneyek a girtina wan nehatiye nîşandan, heya niha li dadgehê îfadeyên wan jî nehatine girtin.
Ji bo parastina mafên girtiyan di warê yasayî de, heft parêzerên xwebexş ên Behdînan desteyek avakirine û navê Gruba Parêzerên Xwebexş ên Behdînan li xwe kirine.
Berpirsê Gruba Parêzerên Xwebexş Remezan Etrîsî, têkildarî rewşa dawî ya doza kesên girtî ji Rojnews’ê re axivî û got: “Di dema derbasbûyî de bi hewildanên gruba me gelek kesên girtî hatin berdan. Lê hîna hinek ji wan di girtîgehê de mane ku ji vana Mamosta Bedel Berwarî, Dilşad Guherzî û Umêd Beroşkî nêzî 50 roj in di girtîgehê de tên ragirtin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ