Li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê, 50 rêxistinên civaka sivîl giliyê dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî xaka Başûrê Kurdistanê kir.

Beriya niha li Silêmaniyê 17 rêxistinên civaka sivîl biryar dabûn ku li dijî dagirkerî û talankeriya dewleta Tirk a li dijî xaka Başûrê Kurdistanê, gilî bikin. Hejmara wan rêxistinan bû 50 û wan doh li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê giliyê dewleta Tirk kir ji ber dagirkerî û talankeriya xaka Başûrê Kurdistanê.

Sekreterê Partiya Kesk a Kurdistanê, Milko Bazyanî bi nûnertiya 50 rêxistinên sivîl û jîngehî gilîname da Komîseriya Bilind a NY´yê. Bi daxuyaniya çapemeniyê jî wî diyar kir ku wan giliyê dewleta Tirk kiriye û ew ê heta dawiye li dûv doza xwe bin.

Milko Bazyanî got, “Xwezaya Kurdistanê xeta sor e. Her alî û dewletek dest bavêjitê, em ê li ber rabin. Ji ber ku jîngeh û xweza mafek giştî ye. Em dest ji vî mafê xwe bernadin.”

Berpirsê Rêxistina Rewşenbîrî ya Nalî, Hewrê Dilşad jî got, “Em ê vê mijarê bigihînin Parlamena Iraqê û aliyên din ên peywendîdar.”

SILÊMANÎ